BI DÎMEN

Dewleta Tirk li Elmanya û Fransayê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê Kurd li Elmanya û Fransa li gelek bajaran hate şermezarkirin.

Êrîşên li ser Rojava û Şengalê li Kolnê ya Elmanya bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin.

Li Elmanyayê bi banga Nav-Dem’ê û bi desteka Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorf, Koln, Bonnê, rêxistinên jinan û gelek derdorên çepgir ên Tirkiyê û Elmanya çalakî pêk hat. Çalakiyê bi xwendina sirûda ‘Ey Reqîb’ dest pê kir.

TIRKIYEYÊ TIM DESTEK DA DAIŞ'Ê

Di mîtîgê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî u got, YPG ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşe û polîtîkayên Elmanya destnîşan kir. Koç ji ber ku alayên YPG’ê li Elmanya hatine qedexekirin rexne li Elmanya anî û got: "Sembolên me sembolên berdêlên me ne jî. Em qedexeyê nas nakin. Em ê alayên xwe bi rengekî birûmet hildin. Divê were zanîn ji niha û şûn de jî em ê têkoşîna xwe ji bo vê bidomînin.’’

Piştre gel rahişte alayên YPG, PYD û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest bimeşe. Lê polîsên Kolnê nehiştin ku bi sembolan gel bimeşe. Gel helwesta polîsan şermezar kir û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Tê gotin çalakî wê heta êvarî bidome.

GIESSEN

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Rojava hatin şermezarkirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî û Ciwanên Azad li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dewleta Tirk bi meşekê hate şermezarkirin.

Ji hezarî zêdetir kes di meşê de hazir bûn û bi dirûşmên ‘’Rojava ne bi tenê ye’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî YPG, YBŞ, kujer Erdogan’ êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

MARSÎLYA

Li Başûrê Fransayê bajarê Marsîlayyê jî gelek Kurdistanî hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Fransayê şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmên destekdayina berxwedana Rojava û Şengalê hatin berzkirin û her wiha alayên YPG,YPJ’ê, posretên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meşê li Meydana Canebîerê dest pê kir û li ber Walitiyê bû mîtîng. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û siyasetmedar Suleyman Guneylî got, ‘Şoreşa Roajva li dijî hişmendiya paşverû têkoşîna gel e.’’

Guneylî bi domdarî got: ‘’Digotin Kobanê hindik maye bikeve, niha jî jî ji bo ku Tebqa û Reqa nekevin hewl didin lê hewldaneke pûç û vala ye.’’

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.

Kurdistanî yên ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev, ji parka Peyroû Pîtotê heta bi Comedîe ya li navenda bajêr meşiyan. Di meşê de bi dirûşmeyan dagirkeriya Tirk hate şermezarkin.

Di axaftinan de dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin û desteka ji bo berxwedanê hate diyarkirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê meş û mîtîng hate lidarxistin û êrîşên 25’ê Nîsanê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de hatin şermezarkirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî bi çalakiyekê ku ji hêla Meclîsa Jinan a Zîn û NCKD a Rennesê ve hate organîzekirin êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.