'Dewlet naxwaze bi rastiyan re bê rû hev'

'Dewlet naxwaze bi rastiyan re bê rû hev'

Parêzer Gulseren Yolerî pêvajoya hiqûqî ya kesên di binçavan de hatine wendakirin dişopîne, dibêje ku heta niha jî dewlet li pey veşartin û tarîkirina rastiyane. Parêzer Yolerî destnîşan dike ku ji ber dewlet bi rastiyan re rû bi rû nabe, ji bo dosyayên der barê wendahiyan de ji nû ve vebin û pêşketinek çêbibe, divê tevî têkoşîna hiqûqî, têkolîna li kolanan jî hebe.

Li ser navê malbatên Huseyîn Toraman, Maksut Tepelî, Hasan Gulunay û Nîhat Aydogan ku Hasan Ocak re di bin çavan de hate qetilkirin parêzer Gulseran Yorelî der barê serlêndanên ji bo dozgeriyê yên der barê wendayan de ji ANF’ê re axivî.

Yolerî bi lêv kir ku îdianameyên Ergenokonê yên kuştinên kiryar diyar dîsa ketine nava hewldanê û wiha got: “Bi taybetî îdianameya duyemîn a Ergenekonê de agahiyên nû hebûn. Ew agahî jî hin delîsên sûc nîşan dida. Her wiha îdianame rêxistna Ergenokonê wekî rêxistina terorê bi nav dike. Me li ser van agahiyan xwest ku îfadeyên bersûcan yên ji kuştinên kiryar nediyar bên girtin. Li Stenbolê me daxwaznameyek bo wendayan şand dozgerê ku lêpirsîna Ergenekonê dimeşîne. Pêşî got ev mijar di lêpirsînan de tune û piştre li ser israra me qebûl kir. Ev serlêdan dozgeirya navborî şandiiye cihên bûyerên ku wenda lê bû ne, lê ligel ev qas dem derbas bûye jî tiştekî berbiçav nîne.”

MUDAXÎLBÛN QEBÛL NEKIRIN

Yolerî da zanîn ku di doza Ergenekonê de hin îdia der barê Hasan Ocak te hatine rojevê û got malbata wî cara duyemîn xwestiye ku mudaxîlê dozê bibin lê serlêndan qebûl nekirine. Parêzer Yolerî ku parêzera malbata Ocake got ji bo ku dosyeya Ocak ji nû ve vebe sala borî serî li dozgeriya Beykozê dane û wiha got: “Dozgeriya Beykozê got ger sucekî rêxistina terora Ergenekonê hebe divê dozgerê rayeya tabyet lê binêre. Dosya şand Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Ji wir jî şûn ya Beşîktaşê. Dosya bi mehan de li wir e.”

DEWLET DIXWAZE JI BERPIRSYARIYÊ RIZGAR BIBE

Yolerî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di doza Ergenekonê kesek bi navê kod gotibû ku Hasan Ocak ji aliyê rêxistinê ve hatiye kuştin. Heta ku hewldanên malbatê hebin dê ev îdia jî bidomin. Dewlet bi vî awayî dixwaze berpirsyariyê ji ser xwe bavêje. 17 sal berê jî ev îdia hatibûn rojevê. Lê ev fêde nekirin. Di encama darizandina DMME’yê de biryar hate dayÎn ku dewlet berpirsyar e. Lê ligel vê dîsa tînin rojevê. Me der barê Hasan Gulunay de jî bi daxwaznameyekê serî lê da, lê bi hinceta demboriye hate redkirin. Min îtiraz kir. Ji ber ku di bûyera wendayan de demborî ne li gorî mantiq e.”

Parêzer Gulseran Yolerî da zanîn ku têgeha ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ ya di TCK’ê de cih digire kême û wiha got: “An jî kategotiya wendahiyên binçavan û kuştinên siyasî ji bo vê têvegehê ne mijara gotinê ye.”

DEWLET JI HESTIYÊN WÎ DITIRSIN

Yolerî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewlet rastiyên der barê kuştin û wendahiyan de hê jî vedişêre. Dewlet ji bo rastiyan vebêje ne amade ye. Wekî her aqibetê ya Hasan Ocak jî aşkera nake. Cemîl Kirbayik mînakek e. Qebul kir Kirbayir kuştine lê cihê goristanê nîşan nadin. Kuştina Maksut Tepelî jî diyare lê goristana wî nediyare. Di bin çavan de wenda kirin. Lê ji hestiyê wî jî ditirsin. Ji ber ku ew rastî derkevin holê dê berpirsyarên wê demê bên darizandin. Lê hem hewldana hiqûqî û hem jî çalakiyên kolanê dê bidomin.”