Dewlet li Hatayê nîn e, sazûmanên rêxistinkirî hene

Neslîhan Acar a li ser navê HDK’ê li Hatayê peywirdar e, diyar kir ku li bajêr dewlet na lê hêzên rêxistinkirî bi gel re dibin piştevan û bang li jinan kir.

Neslîhan Acar ku li ser navê HDK’ê li Hatayê erkdar e, behsa rewşa li Hatayê ji ANF’ê re kir.

Acar got: ‘’Xelk li vir perîşan e, bajêr nemaye. Xelk li hêviya cenazeyên xwe ye. Li kuçeyan ên bi şimikan digerin hene, pirsgirêka germahiyê heye, hewil didin ku bajêr bi tevahî vala bikin. Mirovên ku terka bajêr dikin jî hene, ji ber ku mal û nan û av li vir pirsgirêk in. Erda hinek cihan bi pirsgirêk e, hêj jî pir diheje. Li bajêr pirsgirêka şebekeyê û ragihandinê heye.’’

Acar bi domdarî ev tişt gotin:  ‘’Her roj hema bibêje 10 TIR li vir datînin. Beşekê em lê dixebitin heye, pêdiviyên xwe tên ji vir dibin. Hewl didin ku xwe bigihînin gund û navçeyan jî. Ji xeynî dilxwaz û sazûmanên rêxistinkîrî, planê dewletê yê ku alîkariyê bike nîn e.

Nexweşxane ne bi tenduristî ne. Nexweşxaneya seyar di nav nexweşxaneya xerabe de hatiye çêkirin. Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bi qasê ku dikarin nexweş xelas kirin. Ew nexweşxane, bû morg. Alavên medîkal kêm in û xebatkarên tenduristiyê kêm in. AFAD nîn e li vir. Çend konên Kizilayê hene, ew jî yên berê ne, dewlet çadiran naşîne. Tu karbeşî nîn e. Hêzên ewlehiyê ku wek xebatkarên AFAD’ê dixebitin jî kesên kontrola kesên dilxwaz dikin. Koma lêgerîn û xelaskirinê ku me duh li vir ava kir, gelek kes ji bin kavilan derxistin, lê di bin avahiyên de cenaze pir in. Piraniya kesên li vir, li hêviya derxistina cenazeyên xizmên xwe ne. Divê kon li bajêr bên vedan lê şert û merc ji wê boneyê nehatine çêkirin.

‘HEWL DIDIN KU NIFÛSA BAJÊR BIHUHÊRIN’

Li hemû kuçeyan cenazeyên nekefenkirî û cenazeyên qeyda wan nehatiye çêkirin hene. Pêdivî bi her tiştî heye. Hewil didin ku demografyaya vî bajarî biguhêrin. Tu midaxele li vî bajarî nehat kirin. Bi dîmenên talankirinê, hêzên ewlehiyê manîpulasyonê dikin. Leşker arasteyê cihên wisa kirine ku tu rîska talankirinê nîn e. Tu alîkariyeke saziyên fermî anîbin nîn e. Carinan vîdeoyên komên qelebalix dikişînin, wek ku li vir bin nîşan didin. Cihê goran, torbeyên cenazeyan, kefen û tiştên pêyde nekirine. Mirov li dijî vê travmayê têdikoşin.

‘HÊZÊN RÊXISTINKIRÎ Û DILXWAZ HENE LI VIR’

TBB, SES û Yekîtiya Dermanfiroşan li vir beşê tenduristiyê ava kir. Nexweşxaneyeke din a sahrayê hêzên rêxistinkirî dikin. Hêzên rêxistinkirî û dilxwaz li vir in. Tu sazî û dezgehek nîn e li vir.’’

ACAR BANG LI JINAN KIR

Peywirdara HDK’ê Neslîhan Acar, behsa rewşa jinan jî kir û wiha bang kir:

 ‘’Em hewl didin ku xwe bigihînin hemû hevalên jin ên dilxwaz. Alavên paqijiyê kêm in. Têrê bajêr nakin. Pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûne. Jin hem li kal û pîran, hem li zarokan hem jî li nexweşan dinihêrin û bi xwarina wan re mijûl in. Me dil heye ku em yekîneya jinan ava bikin.

Jinên zarok anîne dinê hene. Jinên zarokan dimijînin hene. Em jî heta ji milên tê hewl didin ku xwe bigihînin wan. Bila hemû tevgerên jinan bibin piştevan.’’