Dewlet hewl dide ruhê Armûtlûyê tune bike
Li taxa Armûtlû ya Antakyayê, Îbrahîm Kavasoglû ku hem mexdûrê erdhejê ye hem jî dilxwazeke got "Ruhê van kolanan heye, dewlet bi salan e hewl dide vî ruhî tune bike."
Li taxa Armûtlû ya Antakyayê, Îbrahîm Kavasoglû ku hem mexdûrê erdhejê ye hem jî dilxwazeke got "Ruhê van kolanan heye, dewlet bi salan e hewl dide vî ruhî tune bike."
Li Hatayê ku ji ber erdhejê windahiyên gelekî giran lê bû, ne tenê çîroka mirovan heye, her wiha çîrokên tax û kolanan jî hene. Armûtlû jî taxeke welê ye ku şahidî ji şoreşgeran, ji çalakiyên wan re kiriye.
Îbrahîm Kavasoglû yê li taxa Armûtlû ya Antakyayê mezin bû, yek ji mexdûrên erdhejê ye. Di heman demê de bi dilxwazî alîkariyê bi mexdûran re dike. Kavasoglû qala kolanên taxê û bandora erdhejê kir. Dema ku li nava kolana herî qelebalixa a Armûtlûyê digeriya dest bi axaftinê kir, "Ruhekî van kolanan heye, dewlet bi salan e hewl dide vî ruhî tune bike. Li vê kolanê Abdûllah (Comert) kuştin, li jêr jî piştre kekê Ahmet (Atakan) kuştin. Ji cihê ku kekê Ahmet û Abdûllah lê hatin kuştin, her roj em dimeşiyan. Li ser vê kolanê xwîna gelek şoreşgeran heye. Beriya me, piştî me. Em zanin ku wê ruhê vê taxê tune bikin. Dewlet hewl dide ku van kolanan tune bike. Ji bo ruhê vê taxê ji holê neyê rakirin çi ji destê me bê em ê bikin."
'JI XWE DI HEDEFA DEWLETÊ DE BÛ'
Kavasoglû destnîşan kir ku taxa Armûtlû ji ber rabirdûya xwe ji xwe di hedefa dewletê de bû û got, "Dema destpêkê, di rojên destpêkê yên erdhejê de li gel her tiştî jî me hewl da bi xwe tiştekî bikin, lê dewlet ber bi vî alî ve nehat. Haya me ji vê yekê heye. Em zanin ku vê rewşê çawa çareser bikin. Di binê van kavilan hinekan de hîn jî cenaze hene. Karek li vê derê nayê kirin. Em zanin ku wê yekser rahêjin, parçe bikin û biavêjin. Lewma jî em kolanên xwe naterikînin. Qet nebe em dixwazin cenazeyan bi rengekî yekparçe derxînin, bispêrin axê û bi vî rengî êşa malbatên wan kêm bikin. Piraniya malbatên li vê derê li benda cenazeyên xwe ne. Lê digerin. Weke ku hûn jî dibînin li vê derê ti kar nayê kirin. Tenê kolan têne paqijkirin. Rê vedikin, diçin. Ji bo kuştina ruhê taxê pêwîstiya wan bi hin zêdetir bi hewldanan heye. Şêniyên taxê ji vir naçin, wê neçin."
'EM NIKARIN BIBÊJIN MOLOZ, CESEDÊN ME HENE'
Dema ku em dikevin hundirê kolaneke din Kavasoglû ji nişka ve disekine û diyar dike ku ji malbata wî hin kes li vê kolanê ye. Kavasoglû dibêje, "Li vê kolanê xaltîkên min hebûn. Em nizanin bê çawa derketin. Rewşa avahiyan xerabe ye. Yek ji wan kolanan e ku zarokatiya min lê derbas bû. Yek ji wan kolanan e ku em li cesedên hevalên xwe yên zarokatiyê digerin. Niha em nikarin tiştekî bikin. Çûn û hatin jî nîne. Li her kolanekê xizmên me hebûn, avahiya ku pismamên min lê diman. Têkilî bi wan re nîne. Em nizanin bê karîbûn bi saxî derkevin an na. Em ji van deveran re êdî nikarin bibêjin kavil, nikarin bibêjin moloz. Di binê wan de cesedên me hene. Em nizanin ku çawa karibin ji binî rabin lê belê divê em xwedî li ruhê vê taxê derkevin."