'Desthilatdariya AKP-MHP'ê her kesên ku meqbûl nabîne, tecrîd dike'

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û li tevahiya civakê belav bû. Ozgul Sakî got, AKP-MHP her beşa ku naecibîne, tecrîd dike.

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî komploya 9'ê Cotmeha 1998'an û tecrîda heyî ji ANF'ê re nirxand.

Ozgul Sakî diyar kir ku tecrîd nuqteya herî hesas a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye û got, "Tecrîd li Îmraliyê destpê kir û li nava hemû beşên civakî hate belavkirin. Desthilatdariya heyî hewl dide bi rêbaza tecrîdê welêt bi rê ve bibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê êdî xwe û dewletê yek dibîne, bi sîstemeke nû xwe bi cih dike. Xwe bi hemû saziyan, bi hemû hêzên ewlekariyê bi cih dike. Lewma rê û rêbazên têkoşîna li dijî tecrîdê çi ye? Gelo têkoşîneke yekbûyî pêkan e? Rê û rêbazên vê çi ne? Bersiva li van pirsan divê hîn bêhtir bêne nîqaşkirin.

Meseleya tecrîdê nuqteya herî hesas a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Dema ku işaret bi tecrîdê tê kirin, yekser bi dadgeriya xwe, bi hêzên xwe yên ewlekariyê zextê lê dike. Em dikarin mijara Merdan Yanardag yekser bînin bîra xwe. Dinya tev zane ku nêrîna polîtîk a Merdan Yanardag û nêrîna polîtîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd an jî nêrîna polîtîk a Abdullah Ocalan dûrî hev e. Lê belê tevî vê yekê jî ji ber ku got, di hiqûqa navneteweyî de cihê tecrîda il Îmraliyê nîne, divê bi dawî bibe, hate girtin. Mebesta min ji vê ew e ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, tecrîd bandorê li tevahiya civakê dike."

'DIVÊ EM LI SER RÊ Û RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA KOLEKTÎF NÎQAŞÊ BIKIN'

Ozgul Sakî bi bîr xist ku li cîhanê mînakên bi heman rengî rû dan û destnîşan kir ku divê nîqaş li ser derfetên têkoşîna hevpar bê kirin. Ozgul Sakî got, "Bêguman divê mirov li aliyên civakî û dîrokî yên vê yekê binihêrin. Nêzî 24 sal in tecrîd dewam dike, lê belê ne têkoşîna polîtîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd, ne jî têkoşîna polîtîk a şoreşgerî, sosyalîst û tevgerên femînîst qediya ye. Dewam dikin û di çarçoveya armancên xwe yên polîtîk de û ji bo armanca jiyana wekhev û azad gelan û bindestan wê têkoşînê dewam bikin. Lewma mirov dikare ji gelek aliyan ji bo dewamkirina têkoşînê sûdê werbigirin. Mînak, mirov dikare ji Latîn Emerîkayê sûdê werbigirin. Mînak, di hilbijartinên dawî de yê li Kolombiyayê ji bo serokatiyê hate hilbijartin gerîlayekî FARC'ê bû. Niha li Kolombiyayê bi rengekî xurt hevdîtinên ji bo aştiyê û têkoşîna ji bo jinûve avakirina civakê dewam dike. Weke ku tê zanîn hevdîtinên ji bo aştiyê ji xwe bi FARC'ê re hatibûn mohrkirin. Niha serokê nû dibêje, derfet hene ku bi komên din ên çekdar re jî aştî bê avakirin. Baş e ev yek çawa pêk hat? Dibe ku em karibin sûdê ji wê derê werbigirin. Di pêvajoya aştiyê ya berê de platformeke bi navê 'Jinên ji bo Aştiyê' hebû, ji ber ku min li wir gelekî dem derbas kir, dikarim vê bibêjim. Li Kolombiyayê ev pêvajo bi têkoşîna gelên xwecihî, bi têkoşîna karkeran, bi têkoşîna karkerên çandiniyê û bi têkoşîna kolektîfa tevgera jinê destpê kir. Her wiha ev yek jî gelekî girîng e. Piştevaniya navneteweyî, yanî li Latîn Emerîkayê, ne tenê li Kolombiyayê. Li Meksîkayê, li Brezîlyayê li pey hev çepgir bûn desthilatdar. Ev yek bandorê li hev dike. Ji bo heman rewş li erdnîgariya me jî pêk were beriya her tiştî di nava sînorên welêt de divê em li ser derfet û amûrên têkoşîna kolektîf nîqaşê bikin."

'DIVÊ EM KARIBIN VÊ TÊKILIYÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'

Ozgul Sakî gelek mînakên di dîrokê de da, bal kişand ser têkoşîna hevpar û got, "Piştî sala 2015'an dema ku dewletê pêvajoya çareseriyê betal kir û hewl da ku çareseriya siyasî bi hemû saziyên xwe bixe meriyetê, bi rengekî topyekûn muxalefeta civakî, tevgera şoreşger xwe tengav kir. Û têkiliya xwe ya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re kêm kir. Em neçar in ku vê têkiliyê ji nû ve ava bikin. Ev têkilî divê ne tenê têkiliyeke di dema hilbijartinê de be. Ji ber ku jin jî ji civakê têne tecrîdkirin. Di destûra bingehîn a nû de ku tê amadekirin, qanûnên têkildarî jinan têne amadekirin bi temamî tecrîdkirina jinan e. Desthilatdariya AKP-MHP her kesên ku meqbûl pênase nake, tecrîd dike. Berxwedana karkeran zêde bû. Mînak; dema ku em bi Agrobay, Trendyol an jî Spûtnîkê re hevdîtinê dikin, dibêjin ku hewl didin têkiliya wan a bi çapemeniyê re qut bikin. Em vê yekê di çalakiya Dayikên Şemiyê de jî dibînin. Ev yek tecrîd e. Yanî hewl didin ku dengê wan qut bikin, têkiliyê bi dawî bikin. Ji bo bidawîkirina vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke kolektîf heye."