Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlementerê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan de ji ber gotina wî ya, “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome” lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan de lêpirsîn da destpêkirin. Axaftinên wî yên di bernameya “Em bi malbatên xwe re jiyana rêxistinkirî û azad mezin dikin” de ku bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) duh li Stenbolê hat lidarxistin, weke hinceta lêpirsînê hat nîşandan.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hate diyarkirin ku derbarê Omer Ocalan de ji ber gotinên wî yên têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotiye, “Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Heta ku Birêz Ocalan û Kurdistan azad bibe wê têkoşîna me bidome”, lêpirsîn hatiye destpêkirin.