Dengdana li derveyî welat wê di navbera 27'ê Nîsanê û 9'ê Gulanê de be

Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dengdana li derveyî welat û li gumrukan wê 27'ê Nîsanê destpê bike û 9'ê Gulanê bi dawî bibe.

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema dengdanê ya hilbijêrên li derveyî welat diyar bû. Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê heta 17'ê Adarê roja Înê karibin qeyda xwe ya hilbijêriyê bikin. Di 12'ê Nîsanê de jî wê lîsteya dengdêran a li hundir û derveyî welat eşkere bibe. Cih û sindoqa dengdanê ya hilbijêran wê diyar bibin.

Hilbijêrên li derveyî welat wê karibin li ser malpera înternetê ya www.ysk.gov.tr ya jî li beşa 'Yurt Dışı Seçmen Sorgulama' ya xizmeta e-Devlet ya jî ji bernameya 'Seçmen Sorgulama' ya li cîhazên mobîl karibin hîn bibin bê qeydkirî ne yan na.

DENGDANA LI DERVEYÎ WELAT WÊ DU HEFTEYAN DEWAM BIKE

Hilbijêrên li derveyî welat qeydkirî ne ji 27'ê Nîsanê roja Pêncşemê heta 9'ê Gulanê roja Yekşemê wê karibin du hefteyan li nûnertiyên ku qeyda wan lê heye dengê xwe bidin. Dengên li derveyî welat piştî ku li kîsên mohrkirî û li odeyên kilîdkirî yên li konsolosxaneyan hatin hiştin wê bibin Tirkiyeyê û di 14'ê Gulanê de piştî ku sindoq hatin girtin wê jimartina dengan destpê bike.

Her wiha hilbijêrên li derveyî welat qeydkirî ne, di nava van du hefteyan de eger ber bi Tirkiyeyê ve biçin wê karibin li deriyên sînor dengê xwe bidin. Eger hilbijartina Serokkomariyê ji tûra duyemîn re bimîne dengdana li derveyî welat û li ser sînor wê vê carê jî di navbera 20'ê Gulanê û 24'ê Gulanê de bê kirin.

HILBIJÊR HERÎ ZÊDE LI ELMANYAYÊ HENE

Hejmara dengdêrên li derveyî welat derdora 6.5 milyon mirov e ku 5.5 milyon hilbijêr li Ewropayê ne. Lê belê tê gotin ku piştî lîsteya hilbijêran a li derveyî welat diyar bû, wê hejmara dengdêran zêdetir bibe. Her wiha di sala 2018'an de li 60 welatî dengdan hatibû kirin, îsal wê 11 welatên din lê zêde bibin û li 71 welatî deng bêne bikaranîn.

Elmanya bi 1.5 milyon hilbijêrên Tirkiyeyî di rêza destpêkê de ye. Dengdana li Elmanyayê jî wê li bajarên Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Karlsrûhe, Koln, Maînz, Munchen, Munster, Nurnberg û Stûttgartê bê kirin.

DI HILBIJARTINÊN 2018'AN DE HDP'Ê JI SEDÎ 17 Ê DENGAN WERGIRT

Li herêma hilbijartinê ya derveyî welat di 24'ê Hezîrana 2018'an de ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê bi giştî 7 hezar û 524 sindoq hatin danîn, lê belê tenê ji sedî 50 ê hilbijêran dengê xwe dan. AKP'ê ji sedî 51 ê dengê hilbijêrên li derveyî welat wergirt û bû partiya yekemîn. Di wê hilbijartinê de CHP'ê ji sedî 17.62, HDP'ê jî ji sedî 17.34 ê dengan wergirtin.

HDP'ê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li derveyî welat bi giştî 260 hezar deng wergirt. Namzetê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 11.1 ê dengan wergirt. Tifaqa Ked û Azadiyê ku HDP jî di nav de ye, ji bo dengê xwe zêde bike beriya çend rojan li gelek welatan dest bi kar kir. Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat û Ewropayê ya Tifaqa Ked û Azadiyê vî karî bi rê ve dibe.