Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, li ser geşedanên dawî û komkujiya Roboskiyê rawestiya û wiha got: "Serokwezîr Erdogan bi daxuyaniyên xwe gotinên BDP’ê yên 146 roj tîne ziman pişt rast dike. Erdogan got 'Min jî dîmen temaşe kir û nayê zanîn ku ew kes kîne' Yanî bêyî ku hûn wan kesan nas bikin we fermana lê bidin da. Navê Qişlaya Qilebanê bikin Recep Tayyip Erdogan jî dîsa ev dosya nayê girtin. Em dê bi rûmeta xwe li dijî vê yekê têbikoşin."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de li ser pêvajoyê û geşedanên dawî axivî. Vê hefteyê Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen û heyeta pêre jî tev li civîna BDP'e bûn. Demîrtaş, di destpêka axaftina xwe de li ser peymana tomarî rawestiya û diyar kir ku girteka nelihevhatinê hatiye îmzekirin û wiha got: "KESK ji ber vê yekê diçe girevê. Dayîkên şemiyê her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiyên şemiyê pêk tînin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî muhîm pirsgirêka windayane. Dayîk û malbat bi salan in çalakiya rûniştinê pêk tinin. 10 salin di serdema AKP'e de çalakiyan pek tînin. Lê heta niha Serokwezîr Erdogan tenê carekê bi dayîkan re hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de jî neheqî li dayîkan kir. Li Tirkiyeyê mijara windayan tabloyek şermê ye."
'DAXUYANIYA ERDOGAN GOTINÊN BDP'Ê PIŞTRAST DIKE'
Demîrtaş, li ser komkujiya Roboskiyê jî rawestiya û da zanîn ku 146 roj derbas bûn, lê hêj komkujî ronî nebûye. Demîrtaş bilêv kir ku, piştî 146 rojan Serokwezîr daxuyanî da û got 'Min jî dîmen temaşe kir û nayê zanîn ku ew kes kîne'. Demîrtaş, bibîrxist ku Erdogan rastiya Roboskiyê bi defê xwe îtîraf dike û wiha got: "Erdogan ser mijarê vedişêre. Ew vê yekê bi devê xwe dibêjin. Raste dixwaze bi tazmînatê ser mijarê bigire û verêşer." Demîrtaş, da zanîn ku wan berê jî di got berpirsiyarê komkujiyê AKP ye, lê hin nivîskaran AKP diparast û wiha berdewam kir: "Hin nivîskar ser komkujiyê vedişêrin û piştgiriyê didin AKP'ê. Lê her kes dibîne ku Qral tazî ye. Ji xwe AKP'ê digot balafir yên me ne û me lê daye."
'ERDOGAN XWE WEKÎ DARAZÊ DIBÎNE'
Demirtaş, da zanîn ku li şûna dadgeh biryarê bire, beriya dadgehê Serokwezîr Erdoga biryarê dide û xwe wekî darazê dibîne. Demîrtaş daxuyand ku Erdogan dibêje 'Me tezmînat da, bila zêde dirêj nekin' Em dibirsin û dibêjin gelo dê karibin ser komkujiyê bigirin. Em bang li kurdên ku deng dane AKP’ê jî dikin û dibêjin hûn dê dengê xwe bindin AKP'ê. Ma we ji bo komkujiyê dengê xwe dan wan. Ji bo ku hikûmet 34 welatiyan bikuje û ser wan bigire we dengê xwe dan wê." Demîrtaş, bibîrxist ku AKP ji bo pradetorên bi çek bistîne bi DYA'yê û Pakistanê re peymana çêdike û wiha berdewam kir: "Dê bi vê yekê çi bikin? Dê bi wê xwînê birijînin. Ev bazara xwînê ye."
‘NAVÊ ERDOGAN LI VÊ KIŞLAYÊ BIKIN JÎ EV DOSYA NAYÊ GIRTIN'
Demîrtaş, bibîrxist ku her çend bixwazin ser dosyayê bigirin jî dê destûr nedin ku ser dosyayê bê girtin û wiha berdewam kir: "Navê Recep Tayyip Erdogan li vê qişleyê bikin jî em destûr nadin ku ev dosya bê girtin. Em dê bi rûmeta xwe têbikoşin û destûr nadin ku dosya bê girtin. " Demîrtaş, da zanîn ku niqaqên AKP’ê yên li ser makeqanûnê li dijî rêgezan in û wiha pêde çû: "Partiya ku rêgezen xwe binpê dike em dê çawa li ser hiqûqê pêre biaxivin. BDP makeqanûnek azadiyê dixwaze. Daxuyaniya Erdogan a 'Em makeqanûnê dixwazin' bê rêgez e. Li xwendekar Cihan Kırmızıgul ji ber pûşiyê 33 sal ceza birîn. Ji ber ku tenê kar û peyvirên xwe kirine zêdeyî 100 rojnageran girtî ne.
‘MALÊ ERDOGAN 730 KAT ZÊDE BÛYE'
Demirtaş, da zanîn ku hikûmetê bi DYA'yê reli ser 3 helîkopterên kobrayê li hev kiriye û maliyeta wan bi 1 mîlyar TL ye. Demîrtaş, bilê kir ku hemû lêçûna karmendên Tirkiyeyê 4,5 milyon nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû lêçûna karmendên Tirkiyeyê ne bi qasi bihayê 3 helikopteran. Li Tirkiyeyê qîmeta karmendan ne bi qasî helîkopteran e. Piştî Erdogan di sala 1994'an de bû şaredar û niha malê wî 730 qat zêde bûye. Nêzî 3 trilyon pereyê wî yê naqît heye. Heta 2023'an dê 449 qatên din zêde bike.