Demîrtaş: Muxatabên aşitiyê Ocalan û KCK ye

Demîrtaş: Muxatabên aşitiyê Ocalan û KCK ye

Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di 2'emin Kongreya Mezin ya BDP'ê de bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li hemberî çareseriya pirsgireka Kurd û anî ziman ku, heta wekhevî, edalet û aştî pêş nekeve pirsgirêka Kurd çareser nabe. Demîrtaş anî ziman ku, ji bo çareseriyê divê berî her tiştî daxwazên gelê Kurd yên aştî, azadî û demokrasiyê bên dîtin û rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dîtin û wekî muhatab bê qebûlkirin. DDemîrtaş diyar kir ku muxatabên aşitiyê Ocalan û KCK ye.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş hemû parlementerên BDP'ê yên girtî, mêvanên ku ji çar aliyan hatin tevlî kongreyê bûn û hemû girtiyên siyasî silav kir û dest bi axaftinê kir. Demîrtaş hemû kesên ku ji bo pêşxistina têkoşînê ked û bedel dane yek bi yek silav kir û sipasiyên xwe anîn ziman. Demîrtaş da zanîn ku, wan ji bo aştiyê pêk bînin soz daye dayîkên xwe û gelê xwe û heta ku azadiyê bi dest bixin dê mehcûbiyeta wan ya li hemberî gel bidome. Demîrtaş destnîşan kir ku, gelê Kurd li dijî polîtîkayên koletî, sirgûn, înkar û îmhayê li ber xwe da û partî anîn vir.

Demîrtaş destnîşan kir ku, axa Kurdistanê bi peymanên navneteweyî bûye 4 perçe û wiha got: "Şîfreya çareseriyê gelê Kurd di dîrokê de veşartiye. Em dê vê şîfreyê her tim bibîr bînin. Bi têkoşîna Mela Mistefa, Seyîd Riza, Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Ehmetê Xanî, Melayê Cizîrî, Denîz, Mahîr, Huseyîn, Yusuf, Ulaş, Omer Ayna, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Rûstem Cûdî, Bêrîtan, Egîd ji bîr nakin. Em dê wan her tim bibîr bînin û têkoşîna xwe bilind bikin. Em Aydin Erdem, Halil Îbrahîm Oruç, Ceylan Onkol, Enes Ata, Orhan Dogan, Yildirim Ayhan, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, Hasret Gultekîn Hrand Ding ji bîr nakin. Em dê Rêberê Gelê Kurd ku ji bo azadiya gelê xwe 13 salin di 12 metrekare de li ber xwe dide Birêz Abdullah Ocalan ji bîr nekin. Hemû girse rabû ser piyan û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" qêriyan."

'ŞÎARA GELÊ KURD AN AZADÎ AN AZADÎ YE'

Demîrtaş da zanîn ku, ew bi şîara "An Azadî An Azadî" têdikoşin û kesên dîroka gelê Kurd ya berxwedanê nizanibin nikarin kurdan fam bikin. Demîrtaş da zanîn ku, di vê pêvajoya ku di bin rejîma Bees de gel tê perçiqandin bêdeng namînin û wiha got: "Em muxalifên ji bo mafê demokratîk û gelê Kurd yê mafê xwe diparêze diparêzin. Lê hikûmet li şûna piştgiriyê bide gel, piştgiriyê dide hêzên ku zilmê li gel dikin. Em têkoşîna Desteya Bilind ya Kurd û Şoreşa Rojevayê Kurdistanê silav dikin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku piştgiriyê bidin gelê kurdê Rojavayê Kurdistanê. Tu polîtikayên ku maê ereb, kurd, elewî sûnî û civak û baweriyên ku rastî zilmê tên neparêze bi ser nakevin. Kesên bêtir zilme pêş bixin û serdestiyê bikin dê îstîkrara Sûriyê pêş nexin. Divê her kes hurmetê ji vîna ku xwe bi xwe birêve bibin û pêşeroja xwe diyar bikin re nîşan bide. "

'EM JI BO HER KESÎ PROJEYAN PÊŞ DIXIN'

Demîrtaş da zanîn ku, bi qasî ji bo pirsgirêka Sûriyeyê projeyan pêş dixin, ji bo pirsgirêkên nava sînorên Tirkiyeyê jî projeyan pêş dixin û wiha berdewam kir: "Pirsgirêka Kurd, pirsgireka înkarkirina mafê ziman, çand, nasname û statûyê ye. Ger ku em dê trajedî û pirsgireka gelê Kurdistanê niqaş bikin divê em rastiyan bibînin. Divê em li ser wekhevî edaletê û aştiyê nêzî çareseriyê bibin. Ji ber ku gelê Kurd li ser axa xwe ji perwerdeya zimanê xwe bêpare. Nikare xwe bi xwe li ser axa xwe bi rêve bibe. Mijara sereke ya wekheviyê ji bo nakeve meriyetê li ser gelê Kurd zilm û tundî heye. Di sedsala dawî de gelê Kurd rastî sirgûnê hatin. Gundê wan hatin valakirin û mafê wan hate binpêkirin. Piştî rastî zilm û înkarê hatin pirsgirêka edaletê pêş ket. Ji dîroka Osmanî heta niha 29 serhildan û bi sedan operasyon pêk hatin. Pirsgirêka sereke pirsgirêka aştiyê ye. Li gel hemû pirsgirêkan em bi tena serê xwe nikarin muhatabin. Ji ber ku pirsgirêka wekhevî û edaletê heye. Partiya me li meclîsê muhatabe. 5 salin li meclisê pirsgirêkê tîne ziman. Ji bo çareseriyê pêdivî bi Komîsyona Edalet û Heqîqetê heye."

'MUHATAB BIRÊZ OCALANE'

Demîrtaş bilêv kir ku, ji bo aştî pêş bikeve divê berî her tiştî bi KCK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Demîrtaş diyar kir ku muxatabên aşitiyê Ocalan û KCK ye û wiha berdewam kir: "Pirsgirêk bi muhataban çareser dibe. Pirsgirêk bi muzakere û diyalogan çareser dibe. Ger ku bi rêya muzakere û diyalogan çareser bikin em amade ne. Ger dewlet û hikûmet bi feraseta tecrîda li Îmraliyê ya di nava diwarên beton de nêzîk bibe, nikare pirsgirêkê çareser bike. Ger ku em ji aştiyê bawer bikin û bi riya aştiyê pirsgirêkê çareser bikin, divê berî her tiştî em hev fam bikin û rastiya hev qebûl bikin. Em dixwazin şer û pevçûn ji dewrê derkevin. Li Tirkiyeyê gav avêtina aştiyê di nêzîkatiya Sûriyeyê re derbaz dibe."

'DIVÊ EM BERPIRSYARIYA XWE YA AŞTIYÊ BIZANIN'

Demîrtaş da xuyakirin ku, ji bo ew rol û mîsyona partiya xwe ya di aştiyê de fam dikin di aştiyê de israr dikin û li dijî şer derdikevin û wiha got: "Tirkiye ji aliyê erdnîgarî û rengan ve welatekî mezine. Ne pêkane ku ji aliyê partî û desthilatekê ve bê birêvebirin. Me pêşniyar kir ku, Tirkiye ji aliyê 15 herêman ve bê birêvebirin. Divê ji bo her herêmekê meclîsek bê avakirin. Divê hemû reng û deng karibin xwe bi rêxistin bikin. Divê her herêmek xweser bên birêvebirin. Her herêm bixwe biryarên siyasî, aborî û qadên din bidin. Bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin."

'GEL DÊ PARTIYÊN SERKEFTÎ HILBIJÊRE'

Demîrtaş destnîşan kir ku, pêşniyara wan ya 15-20 herêmên xweser qebûl nekin, dikarin herêma xweser ya Kurdistanê jî niqaş bikin û wiha berdewam kir: "Pêşniyarên me pir aşkerane. Em her tiştî zelal tînin rojevê. Em dibêjin bi yek ziman, yek çand û yek rengî Tirkiye birêve naçe. Daxwaza yek ziman, yek netew û yek nasname li dijî gelê Kurdistanê neheqî û zilma herî mezine. Ev feraset di tu ol û pirtûkan de tune ye."

Demîrtaş ji sûretê quranê mînak da û diyar kir ku, kesên dibêjin 'em mislimanin' divê li sûretê quranê binêrin û pişt re bi axivin. Demîrtaş bal kişand ser peymanên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê û wiha lê zêde kir. "Di peymanên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê de yek ziman, yek ol û yek netew tune ye. "Di feraseta faşîzmê tenê de ev hişmendî heye. Hem faşîzm û hem olê îslamê bi hev re naçe. Faşist li her derê faşîste. Kesên ku Ehmedê Xanê tînin ser zimanê xwe rastiya Ehmedê Xanê nizanin. Kesên Ehmedê Xanê tînin ser zimanê xwe hêj ji dayîk nebibûn, Ehmedê Xanê li medreseyan bi zimanê zikmakî perwerde dida."

'GER KU EM DEMOKRASIYEK BI HÊZ AVA BIKIN DIVÊ YEKÎTÎ XURT BIBE'

Demîrtaş aşkera kir ku, ger dê demokrasiyek bi hêz bê avakirin pêdivî bi têkoşîn û yekîtiyek xurt heye û xwest hemû hêzên karker, çotkar, xwendekar û hemû bejên civakê yekîtiya xwe ava bikin. Demîrtaş, xwest her kes li dijî zilmê têbikoşin û kelehên zilmê terk bikin. Demîrtaş bang li kesên dibêjin mislimanin û di bin partiyên ku gelê Kurd înkar dikin de cih digirin kir û xwestin li dijî zilmê têbikoşin.

'RÊYA SEROKWEZÎR FAŞÎZME'

Demîrtaş destnîşan kir ku, rêya Serokwezîrê Tirkiyeyê faşîzme û bang li kesên li pey Serokwezîr dimeşin kir û xwest dest ji rêya faşîzmê berdin û têkevin rêya aştî û demokrasiyê."

Demîrtaş da zanîn ew dê bi hev re li cenazeyên gêrîla û leşkeran bigirîn ku karibin sibê bi hev re êş û şahiyên hev bijîn û hev hembêz bikin. Demîrtaş bang li her kesî kir û xwest her kes ji bo azadiyê li dijî zilmê destê xwe bidin destê Kurdan.

Demîrtaş xwest hêzên serdest û navneteweyî ku 100 sal berê pirsgirêka Kurd avakiriye daxwazên gelê Kurd bibîne û wiha lê zêde kir: Gelê Kurd tu carî ji zimanê perwerdeya zimanê zikmakî venagere. Tu carî ji zimanê aştiyê venagerin'

Demîrtaş axaftina xwe bi helbesta helbestvan Adnan Yucel bi dawî kir.