Demirtaş: Me tu carî deriyê diyalogê negirtiye

Demirtaş: Me tu carî deriyê diyalogê negirtiye

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî civîna koma partiyê ya li Meclîsê gotina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a bi awayê “Ger ji dil bin, bila bên em biaxivin” nirxand û got; “ Ji ber ku em ji dil û can alîgirê çareseriya demokratîk, siyasî û aşitiyane ne, em tu carî deriyê ji bo diyalogê nagirin. Lê em jidiliya Serokwezîr ê ku banga jidiliyê dike, nabînin.”

Demîrtaş, piştî civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş bersiv da pirsa rojnamevanek bi awayê “ Serokwezîr got ku ger ji dil bin, ez ê BDP’ê re hevdîtin pêk bînim, hûn vê çawa dinirxînin?” û got:

“Ger di navbera me de benek zirav hebe jî, ew jî ji aliyê me ve hatiye hiştin. Ya AKP’ê hiştiye, ne deriyeke vekirî ye. Ji ber ku em ji dil û can alîgirê çareseriya demokratîk, siyasî û aşitiyane ne, em tu carî deriyê ji bo diyalogê nagirin. Lê em jidiliya Serokwezîr ê ku banga jidiliyê dike, nabînin. Ev qas girtin, evqas zext, evqas êrîş û heqaretên li hemberî partiya me, nabin peyamek a muzakereyê ya ji bo partiya me.”