Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna hevserokên bajaran de diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê tenê li hemberi kurdên Tirkiyeyê astengiya dernaxe, di heman demê de li hemberî kurdên li Îran, Sûriye, Iraq, Ewropa û Amerîkayê jî derdikeve. Demîrtaş bilêv kir ku, “Pêwîste armanca me hêjmara şaredariyan derxistina du qatan be.”
Civîna hevserokên bajara di Avahiya Navenda Giştî de destpê kir. Axaftina civîna ku bi nirxandina pêvajoyê, pirsgirêkên rêxistinê û rojeva planî ya rêxistinê ji hêla Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve hate kirin. Demîrtaş destnîşan kir ku, barê herî giran li ser milê hevserokên bajarane û ev tişt got: "Di pêvejoyeke ew qas giran de, karekî ev qas girîng û xwedî bi wate nabe nesîbê tu rêveberî û partiyê. Di partiyan de, rêveberên bajaran, hestiyê pişta wê partiyê ye. Ew hestî bi hêz be û li ser xwe çik bisekine, têkçûna wê partiyê ne mimkûne. Hêza partiya me jî li vir tê. Divê hûn hêza gel ya esasî derxin holê û bi vê hêzê berfireh bikin, ev xebata dê serkeftinê bîne.
Demîrtaş aşere kir ku 7 hezar rêveberên partiya wan di girtîgehan de ne û diyar ku, li Mêrdînê 7 hevserokên bajêr di heman girtîgehê de tên girtin û yê 8'emîn li ser peywîra xwe ye. Demîrtaş ev tişt anî ziman: "Em di rewşeke wiha de têkoşînê dikin. Helbet serkeftina wê jî wê bi hêsan nebe. AKP bi hemû terora xwe û bi hemû derfetên dewletê di ser me de tê û dixwaze me têk bibe, lê dîsa jî em li ser piyane û ev jî bi ked û fedakartiyê pêk tê."
LI HER DERÊ LI HEMBERÎ KURDAN TEV DIGERIN
Demîrtaş da zanîn ku, berxwedan bi gelê Kurd re û bi azadkirina gelên din re pêkane û ev tişt lê zêde kir: "Ji ber wê divê berxwedan bi rêxistinkirin be û bê navber be. Navendên meyên bajaran û navçeyan her dem rastî serdagirtinê hatin. Xwestin kurdan bê hêz bihêlin. Projeya di hişê AKP'ê de, bê dengkirina kurdan bû. Çima? Ji ber ku dizanin serhildanên li Tunusê destpêkirin û heta Sûriyeyê hatin, dê bandorê li statuya kurdan diyar bike. Vê baş dizanin. Dixwazin di vê guhertina statuya nû de pêşiya kurdan bigirin. En bi polîtîkayên hikûmeteke wiha re têkoşînê dimeşînin."
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNEK BÊHEMPA LI DIJÎ TECRÎDÊ BIMEŞÎNIN'
Demîrtaş da zanîn ku ew dê li dijî ferseta AKP'ê ya paşverû û nîjadperest heta dawiyê têkoşînê bidin meşandin û wiha pêde çû: "Divê em bi têkoşîneke bê hempa li dijî cemaeta ku bi awayekî ahtapotî û bi holdîngan civak dorpêçkiriye li dijî rêxistinkirina AKP'ê tê bikoşin û ji pêvajoyê re bibine bersiv. Hem ji hêla bîrdozî ve û hem jî ji hêla xwe bi rêxistinkirinê ve divê em bersivekê xurt bidin polîtîkayên AKP'ê. Ev rêxistina gelekî ne, ne partiyeke di parlamentoyê de hatine tepisandin. Di heman demê de em rêxistineke serhildanê ya qadan û kuçeyain jî. Ji bo wê jî di dema makeqanûna nû de, divê xwestekên gel bi awayekî xurt derkevin holê. Ji bo wê divê em li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî, têkoşîneke bê hempa bidin û ji pêvajoyê re bibin bersiv."
‘PÊWÎSTE EM HÊJMARA ŞAREDARIYAN DERXÎNIN DU QATAN’
Demîrtaş balkişand ser daxuyaniya Erdogan ya şaredariyên BDP’ê hedef digire û got; “Pêwîste em vê cidî bigirin dest. Ji xwe ji yek sedemên operasyonên qirkirina siyasî jî ewin ku şaredariyên BDP’ê bînin rewşek wisan ku kar neke. Yek ji sedemên di bin rêxistinkirinên saziyên AKP’ê û burokrasiyên jî ewin ku, xebatên şaredariyan vale derxînin. Qeymeqam û valiyên ku li bajarên şaredariya wan di destê BDP’ê de weke serokên AKP’ê yên bajaran kar dikin. Li gelek cihan serokên wan tembelin, qeymeqam û walî hînbêhtir di xebitin. Ji ber wê hedef nîşankirina Erdogan ne tiştek ji rêzê ye. Pêwîst dike ku mirov van polîtîka û senaryoyên qirêj yên AKP’ê nîqaş bike. AKP çawa ku şaredariyên me hedef nîşan kiriye, em jî dê xebatek wisan bimeşînin ku hêjmara şaredariyên xwe bikin du qat.”
Ji hêleke din ve dê îro civîna MP'ê û roja duşemê jî civîna MYK'ê bê li darxistin