Demîrtaş: AKP ji ber xeyalên emperyal protokol îmze nekir

Demîrtaş: AKP ji ber xeyalên emperyal protokol îmze nekir

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Meclîsa Partiyê (MP) de der barê geşedanên di rojevê de axivî û da zanîn ku heke AKP nexwaze bibe hêzeke emparyal a li herêmê, dê protokolên ku li Îmraliyê û li Osloyê hatin pêşniyarkirin wê qebûl bikira.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku sedemeke ku AKP bi kurdan re li hev nayê û dixwaze gelê kurd têk bibe jî, ew hê jî bawer dike ew ê di geşedanên li herêmê de kurdan têk bibe. Demîrtaş wiha pêde çû: “AKP hê jî baweer dike ku dê şert di elehê wan de bizivire, her wiha hê jî difikirin ku pêdivî bi protokolên di navber heyetê û Birez Ocalan de çêbûne tuneye. Ji derveyê bi piştgitiya DYA û Yekitiya Ewropayê re, pêdivî bi kurdan nedîtin û bi kurdan re li çareseriyê rûneniştin. Lê tiştek hesab nekirin ku ev 30 sale gelê kurd bi hêza xwe cewherî li hemberi van hêzên navneteweyî li ser piyan sekinin û berxwe dan.” Demîrtaş eşker kir ku ew ê tu carî ji xweseriya demokratîk paşve gav nevêjin.

Civîna BDP’ê ya MP di Avahiya Navenda Giştî de bi beşdariya endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN), MP’ê û Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş destpêkir. Axaftina civîna ku bi nirxandina pêvajoyê, pirsgirêkên rêxistinê, rojeva planî ya rêxistinê û der barê gera li DYA’yê ji hêla Hevseokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve hate kirin. Demîrtaş li ser nîqaşên pêr di civîna hevserokên bajarand hatibû nîqaşkirin sekinî û da zanîn ku ew di pêvajoyeke gelek kirîtîk re derbas dibin û ev tişt got: “Geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin ji hêla BDP’ê ve jî û ji hêla muxalefeta Tirkiyeyê ve jî gelekî bi baldarê tên şopandin û dibê alanîzeke baş li ser bê kirin. Ji ber wê heke geşedanên li Rojhilata Navîn baş neyên nirxandin, tespêtên rast neyên kirin, dê di siyaseta nav xweyî de jî tespîtên baş bi pêş nekevin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku divê polîtîkayên tunekirinê yên ku AKP bi hemû hêza dewletê li Tirkiyeyê dide meşandin, divê mirov ji derveyê geşedanên li Rojhilata Navîn negire dest û ev tişt lê zêde kir: “Ev tecrîda girankirî ya ku li Îmraliyê tê meşandin, em bi tu awayî ji derveyê geşedanên li Rojhilata Navîn nagirin dest. Dîsa operasyonên leşerî û siyasî jî bi geşedanên herêmê ve girêdayî ne.”

‘KES NABÊJE TIRKIYEYÊ ME RIZGAR BIKE’

Demîrtaş diyar kir ku gava AKP di 2002’yan de hate desthilatiyê, xeyala wê ya herî mezin “Neo-Osmanî bû” û ev tişt anî ziman: “Çawa ku di dema Osmaniyan de xeyala li hemû Rujihata Navîn di bin baneya tirkitiyê de anîna cem hev a gelan hebû, niha jî Tirkiye bêyî ku paradîgmaya yek ziman û Milet biterkine dixwaze li herêmê rola ‘Birayê mezin’ bilîze. Geşedanên dawî, ji bo xeyalên AKP’ê bû firsendek. Vênê bi vî şeklî girtin dest. Gera Serokwezîr Erdogan a Tunus, Misirê û xwsteka mudaxaleya wî ya Libyayê û Sûriyeyê hemû bi van ve girêdayî ye.”

Demîrtaş da zanîn ku Tirkiyeyê dixwaze bibe hezeke emperyal a herêmê û ji ber vê li hemberi muxalefeta Tirkiyeyê polîtîkayeke perçiqandinek xistiye dewrê. Demîrtaş aşker kir ku ev operasyonên “Qirkiriya siyasî” û leşerî yên ku di 2009’an de ji bo amadekariya vê yekê ne.

‘DI DEMA HEVDÎTINÊ DE JÎ LI DERVE OPERASYONÊN TUNEKIRINÊ HEBÛN’

Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê texîm dikir ku ew ê bi hin guhertinên di bin navê “Pêşîlêvekirinê” de gelê Kurd bixapîne û got; “Digot qey ew ê bi hêza ku ji vir digire Tevgera Kurdan tune bike.” Demîrtaş destnîşan kir ku kadroyê vê tevgerê bi armanca tunekirinê hatine girtin û wiha domand; “Di dema muzakeyerên ku sê salan berdewam kirin de, operasyonên tunekirinê bênavber berdewam kirin. Di dema ku hevdîtinên li Îmralî û Osloyê jî dihatin kirin de jî, operasyonên tunekirinê li derve berdewam dikirin. Di dema hilbijartinê de agirbest hatiye ragihandin. Ji bo vê yekê AKP’ê heyet şandine Qendîlê û Îmraliyê, paşê agirbest pêk hatiye. Lê di wê demê de jî operasyonên tunekirinê berdewam kirine.” Demîrtaş diyar kir ku heta paradîgmaya bîrdoziya netewe-dewlet a dewleta Tirk a ku AKP lê xwedî derketiye, neyê guhertin, tu îhtîmalek tune ye ku AKP pirsgirêka Kurd çareser bike.

‘YA DIKEVE SER MILÊ ME TÊKOŞÎNA BÎRDOZÎ, RÊXISTINÎ Û ÇAKAKIYAN E’

Hevserok Demîrtaş got; “Gotina gelê Kurd heye, gotina gelê Kurd rastiyek e, tê wateya gotina dewleta yekperest tune ye” û wiha axivî; “Lê ger hûn vê rêya yek netewe û dewletê biparêzin, an jî hûn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vê yekê biparêzin, wê demê gotina “Kurd hene” ji bilî Tirkkirinê ne tu tiştek din e. Ji ber wê jî gotinên Serokwezîr Erdogan ji vê yekê ne dûr e. Tişta ku dikeve ser milê me ne tenê rûreşkirina AKP’ê ye, tişta dikeve ser milê me meşandina têkoşîna bîrdozî, rêxistînî û çalakiyan e.”

‘PEVÇÛNA AKP-CEMEETÊ DIDOME’

Demîrtaş got ku dê polîtîkayên havîn û payîzê yên AKP’ê têk biçin û wiha domand; “Ger AKP polîtîkaya çareseriyê neafirîne, dê dawî li xwe bîne. Ji ber Serokwezîr vê yekê dibîne, mijara Serokatiyê tîne rojevê. Çiku şerê AKP-Cemeetê bidome. Ev pevçûn didome. Ev yek nîşan dide ku dê di dema hilbijartinên Serokkomartiyê de kûrtir bibin.”

‘EM LI ŞÛNA SÎSTEMA SEROKATIYÊ RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK DIPARÊZIN’

Hevserokê BDP’ê ragihand ku ew gotûbêjên sîstema serokatiyê ji bo Tirkiyeyê weke rojeveke lezgîn nabînin û berdewam kir; “Em rêveberiya herêmî, xweseriya demokratîk, rêveberiya xweser a Kurdan û Kurdistanê û rêveberiya me ya xwe bi xwe diparêzin. Piştî ku Tirkiye demek dirêj bi vê modela me pêşniyar kir hat birêvebirin, mirov dikare sîstema navendî ya Tirkiyeyê gotûbêj bike. Sîstema parelementerî, nîv serokatî, serokati, ev gotûbêjane mirov dikare piştî çend salên din bike” û diyar kir ku ew li şûna sîstema serokatiyê, Xweseriya Demokratîk diparêzin.

‘DI MAKEQANÛNÊ DE LIHEVKIRIN TUNE’

Demîrtaş got ku ew tu carî dest ji pêşniyara Xweseriya Demokratîk bernadin û wiha pê de çû; “Di xebatên me yên makeqanûnê de hin mafên kolektîf ên weke perwerdehiya bi zimanê zikmakî, karanîna zimanê zikmakî li hemû qadên gelemperiyê, derbasbûna rêveberiya xweser, di makeqanûnê de mîsogerkirina hemû çand û baewriyan, mafê rêxistinbûna her kesê ya bi nasnameya xwe ve hene, em bi tu awayî nikarin dest jê berdin. Li gel vana jî, mafên weke azadiya ramanê yên di çarçoveya standartên gerdûnî de jênegerên me ne.”

Demîrtaş bal kişand ku heta niha di makeqanûnê de li ser tu madeyekê jî lihevkirin pêk nehatiye û ne weke ku di çapemeniyê de tê gotin e. Hevserokê BDP’ê Demîrtaş got; “Kîjan made dê çawa bên nivîsandin, bê erêkirina saziyên me yên rayedar, bi tu awayî pêk nayên. Dema Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiyê erê kir, wê demê dê pêşnûmeya me biçe Meclîsê. Me ji destpêkê ve got ku em ê heta dawiyê daxwaza makeqanûnek sivîl bikin û em ê ji bo vê li ser maseyê bin.”

Demîrtaş di berdewama axaftian xwe de got; “Tu niyeta MHP’ê ya ji bo makeqanûnek nû tune ye. CHP makeqanûna 1924’ê dixwaze. AKP jî di derdê wê yekê de ye ku pêşnûmeya bi xwe amade kiriye, bi komîsyonê bide qebûlkirin. Li ser maseyê tenê partiya ku makeqanûnek sivîl û wekhev dixwaze ya me ye. Em ê heta dawiyê vê xebata xwe berdewam bikin.”