Demîrtaş: Hêvî di nava gel de ye

Demîrtaş: Hêvî di nava gel de ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku HDK û HDP hêzeke xurt a gel e û ji endamên partiya xwe re got, "Bila çavên we ti carî ne li jorê be, hêvî di nava gel de ye. Çavên xwe ti carî ji gel venegerin, ji bo me rizgarî li Ermenekê, li Yirca, li Gever û li Kobanê ye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de, bi bîranîna Ahmet Kaya dest bi axaftina xwe kir û got, "Piştî 14 salan jî em dixwazin bêjin ku me bêriya wî dostî, wî birayî kirine."

SEYÎD RIZA BIBÎR ANÎ

Demîrtaş da xuyakirin, ku kesayetekî din ê dîrokî yê divê were bîranîn Seyîd Riza ye û di salvegera 77. a darvekirinê de, di kesaetiya Seyîd Riza de hemû cangoriyên li ser navê rûmetiya mirovahiyê li ber xwe dane, bibîr anî.

Demîrtaş bal kişand ser kongreya asayî ya HDK'ê ya li Enqereyê hat lidarxistin û diyar kir, ku HDK di rêya tevgera mûxalefeta bingehîn a Tirkiyeyê de hêzeke gel a namzet e û anî ziman, ku ji aliyê bûyîna rêxistineke meclîsa gel a çareseriyê diafirîne de, biryara lihevkombûnê hatiye dayîn.

'HIKÛMET NEÇAR DIMÎNE TIMÎ ROJEVÊ BIGUHERÎNE'

Hevserokê HDP'ê ragihand, ku hikûmet ji ber şaşitiyên xwe yên mezin timî rojevê diguherîne û anî ziman ku Erdogan di nava 12 salan de ev yek bi profesyonelî kiriye. Demîrtaş da xuyakirin ku Davûtoglû yê li şûna Erdogan rûniştiye di vê rêya hostayê xwe de dimeşe. Demîrtaş nîqaşên li ser daxuyaniya Erdogan a digot 'Di sala 1178'an de Misilmanan parzemîna Amerîkayê keşif kiriye' nirxand û got, "Hema em bêjin ev rast e; gelo ev yek çiqasî bi kêrî me tê? Ka rabe feydeyên vê ji me re bêje. Te xêre ku radibe vê dike rojeveke germ?"

BILA ARŞÎV WERIN AŞKERAKIRIN

Demîrtaş nîqaşên li ser Komkujiya Dêrsimê jî nirxand û der heqê lêborîna Sezgîn Tanrikûlû yê CHP'yî got, "Kengî karesatên mezin rû dide, hingî mijara Elewî tê meydanê. 7 komxebat pêk anîn, jê gotin vebûn-belavbûna Elewî. Gelo kesek heye ku haya wî/ê ji daxwazên Elewiyan nîne? Ev hemû taktîka mijûlkirinê ne. Nêrîna vê ekîbê ya li ser baweriya Elewiyan wiha ye; Elewîtiyê weke mezhebeke ji rê derketî dibînin. Derdê wan ew e ku li gorî xwe Elewiyan bînin ser rê. Ev kesên han wê ti carî vê pirsgirêkê çareser nekin."

Demîrtaş diyar kir ku Serokkomar Erdogan dema li Enqereyê lîseya îmam hatîp vekir gotibû, 'îmam hatîp teşwîq dike' û di vê mijarê ev nirxandin kir: "Gelekî baş e, wê demê bila heman tiştî ji bo Elewîtiyê jî bikin."

Demîrtaş ragihand, ku divê arşîv bên vekirin û rêzdariya Seyîd Riza û rêhevalên wê bê radestkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger em welatiyên azad û wekhev ên vî welatî ne, hingî nasnameya me ya etnîkî, zayenda me, baweriya me dewletê eleqedar nake. Eger em ê bi hev re birêve bibin, hingî ji bilî nêzîkatiya wekhev, ti rê nîne. Vana dewletê mîna malekî ku berê bi zorê ji destê wan hatiye girtin, dibînin. Dewlet, welatê hevpar ê hemû mirovên li ser vê xakê dijîn e. Mîrateyek ji bavê ti kesî nemaye. Nêzîkatiya van hemûyan bi vî rengî ye; kî dewletê bi dest bixe mîna malê xwe dibîne û bi heman rengî birêve dibe."

'HÊVÎ DI NAVA GEL DE YE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn berê jî heman zîhniyet serdest bû û got, "Kî hatibe ser desthilatdariyê, gotiye dewlet malê min e, ez ê pêşkêşî yê bi dilê xwe bikim." Demîrtaş da xuyakirin ku ji bo şikandina feraseta yekperest û faşîzan, ji bo avakirina xeta alîgiriya bindestan ew alternatîfek in û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê ji HDP'ê ditirsin.

Demîrtaş bibîr xist ku xebatên kongreyê yên HDP'ê destpê kirine û ji jin, ciwan û hemû endamên partiyê re wiha axivî: "Ti carî bila çavên xwe ne li jorê be, hêvî di nava gel de ye. Çavên xwe ti carî ji gel venegerin, ji ber ku rizgariya me li Ermenekê, li Yirca, li Gever, li Kobanê ye. Derî heta dawiyê li we vekirî ne. Ji bo wezîfe were hilgirtin û têkoşîn bê dayîn, firsend ji her demê bêtir zelal in. Xwe venegerin, ji bo meşandina siyasetê pêwîstiya we bi pere, navdengiyê nîne. Pêwîstiya we bi dilekî xurt, bawerî û dildariya gel heye."