Demîrtaş banga 'vegera maseyê' li hikûmetê kir

Demîrtaş li Konferansa Tirkiyeyê ya li Washîngtonê de bersiv da pirsan. Demîrtaş banga 'vegere maseyê' li hikûmetê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di Konferansa Tirkiyeyê ya ji aliyê Enstîtuya Rojhilata Navîn a li Washîngtonê ve hat organîzekirin de, bersiv da pirsan.

'HILBIJARTIN NE HEQANÎ BÛ, ZEXT HATIN KIRIN'

Demîrtaş da xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wan bi rîsk biryar girtine weke partî tevlî hilbijartinan bibe û ji ber ku demokrasiya piralî parastine ji sedî 13 ê dengan bi dest xistine.

Demîrtaş ragihand, ku wan li rojavayê Tirkiyeyê di asteke cidî de deng wergirtine û got, "Li gorî anketan, ji sedî 50 ê nifûsa Tirkiyeyê, HDP weke partiyeke dikare deng jê re bê dayîn, dibîne. Ev yek ji bo me pêşketineke gelekî girîng e. Ev hejmar beriya niha ji sedî 10 bû." Demîrtaş da zanîn ku ji ber hilbijartineke 'ne heqanî û zextên giran' di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de rêjeya dengê partiya wan ketiye.

'BI BOMBEKIRINÊ RE PEYAM HAT DAYÎN'

Demîrtaş bal kişand ser Komkujiya Enqereyê û anîz iman ku wan nekarîn kampanyayê bimeşînin. Demîrtaş got, "Ne bi awayekî sergirtî, bi awayekî servekirî hêzên ewlekariyê ev peyam dan me: 'Wê li mîtîngên din jî bombe biteqin. Li çalakiyên we yên girseyî wê bombe biteqin. Di destê me de îstîxbarat heye, pêşîgirtina van ne hêsane."

Demîrtaş diyar kir ku tevî hemû êrîşên bombeyî û çekdarî yên li hemberî partiya wan, dîsa jî dengekî cidî ji partiya wan neçûye ji AKP'ê re û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

'LI CIHÊ XWERÊVEBERÎ LÊ HEYE, DENGÊ ME KÊM NEBÛ'

"Bêguman em hurmetê nîşanî hilbijêrên ku partiya me û polîtîkayên me rexne kirine û deng dane partiyên cuda, didin. Ji ber ku li gorî lêkolînên hatine kirin, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji sedî 74 ê civaka Tirkiyeyê ewlekarî weke pirsgirêka sereke dîtiye. Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê gelekî bilind e lê bi tenê ji sedî 4 ê civakê vê yekê weke pirsgirêk dibîne. Bi bandora şoqa hat afirandin re mirovan ji nişka ve ji bo ewlekariyê xwe li dora partiyekê civadin."

Ji bo pirsa "Di kêmbûna dengên HDP'ê de rola PKK'ê heye?" Demîrtaş ev bersiv da:

"Rewşa şer bandoreke neyînî li siyaseta sivîl a demokratîk dike, ev rastiyek e. Lê belê, li 7 navçeyên xwerêveberî lê hatine ragihandin, dengê me kêm nebûye, berevajî zêde bûye. Weke bajar şer herî giran li Şirnex û Cizîrê hat meşandin. Ji aliyê hejmarî ve çiqasî bandora xwe çêbûye, em nikarin wê bipîvin. Lê şer bi xwe zorê dide qada siyaseta sivîl. Me ti carî ev yek îdîa nekir: 'PKK ji bo qelskirina HDP'ê şer da destpêkirin û li dijî HDP'ê pêngava şer da destpêkirin'; Me ev yek ti carî qebûl nekir."

'DIVÊ HIKÛMET BERSIVÊ BIDE BANGÊN VEGERA LI MASEYÊ'

Demîrtaş da zanîn ku pêvajoya çareseriyê ji ber helwesta şaş a hikûmetê qediya ye û got, "Bi çi rengî dikarin li maseyê vegerin. Pêwîste Tirkiye li vê yekê nîqaşê bimeşîne". Demîrtaş destnîşan kir ku civaka Kurd dixwaze muzakere bê destpêkirin.

Demîrtaş got, "Girîng e hikûmet bangên ku dibêjin; bi şer û çekê pirsgirêk çareser nabe, divê li maseyê vegerin, fêm bike û bersivê bide. Ez gelekî bêhêvî û reşbîn nînim. Civaka Tirkiyeyê dixwaze li aştî û maseyê vegere. Hevsengiyên herêmê jî vê ferz dike."

Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev kar divê ne tenê ji aliyê hikûmetê ve, ji aliyê komîsyona parlamentê ve were meşandin. Pêwîste pêvajoyên hevdîtin, diyalog û muzakereyê ji aliyê vê komîsyonê ve were meşandin. Lê belê niha hikûmet bi xwe bê însiyatîf e. Pêvajoyek ku ji aliyê Birêz Erdogan Serokkomar ve neyê erêkirin ne pêkane ku li Tirkiyeyê destpê bike. Xwezî însiyatîfa hikûmetê hebûye û em weke partî li hev biciviyan û ji dil me nîqaş bimeşanda. Eger Birêz Serokkomar jî li vê vekirî be, em amade ne pê re jî nîqaş bikin. Eger Birêz Erdogan bêje, 'em nîqaş bikin bê pêvajoyeke çawa ya çareseriyê, em çawa dikarin bi ser bikevin, me çi kêmasî û şaitî kir,' hingî em amade ne nîqaş bikin."