Hevberdevkla Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr got, "Muxalefeta li Tirkiyeyê ku nerazîbûnê nîşanî helwesta Îsraîlê dide, Rojava ji nedîtî ve tê, xwe kerr, korr û lal dike. Di van êrîşan de rola muxalefetê jî heye."
Dewleta Tirk di heman dema ku Îsraîl êrîşî Fîlîstînê dike, êrîşan dibe ser Rojava. Vê yekê di heman demê de bêdengiya muxalefeta Tirkiyeyê ya têkildarî polîtîkayên qirkirina gelê Kurd raxist pêş çavan. Muxalefeta ku li ber desthilatdariya AKP'ê radibe, li hemberî êrîşên li ser Rojava, her wiha pejirandina destûrnameya êrîşan, nerazîbûnek nîşan neda. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ji ANF'ê re axivî û muxalefeta li dora maseya ji 6 kursiyan ku çavê xwe li desthilatdariyê ye, li pişt desthilatdariyê sekinîne.
HEWL DIDIN BÊ KURD BIHÊLIN
Esengul Demîr bi bîr xist ku demeke dirêj e Rojava hatiye dorpêçkirin, bi taybetî hewl tê dayin ku têkiliya xwe ya bi herêmên din, bi Başûrê Kurdistanê re bê qutkirin û got, "Tirkiye di asta navneteweyî de jî hewl dide Rojava tengav bike û bi êrîşan bê Kurd bihêle. Em zanin ku ji bo herêm bi temamî bikeve bin kontrola wê, pêngavên taybet ên polîtîk dike. Carna jî li nava saziyên navneteweyî yên weke NATO û Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşî li hin biryaran bigire hêza xwe bi kar tîne."
ÊRÎŞÎ JIYANA NÛ YA LI WÊ DERÊ DIKE
Esengul Demîr anî ziman ku êrîşên bi balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê yên li ser Rojava bi destûra hêzên navneteweyî têne kirin û diyar kir ku êrîş li ser jiyana nû ya li Rojava tê kirin. Hevberdevka HDK'ê bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi rengekî eşkere diyar kir ku wê êrîşî binesazî û çavkaniya enerjiyê ya herêmê bikin û got, "Ji xwe heman piştî vê daxuyaniyê êrîşan destpê kirin."
LI ROJAVA ÊRÎŞ BIRIN SER EMBARÊN GENIM
Esengul Demîr diyar kir ku helwesta wan a li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê diyar e, wan bi daxuyaniyan ev yek nîşan dan û destnîşan kir ku têkildarî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan helwesta wan gelekî şênber e. Esengul Demîr anî ziman ku Tirkiye polîtîkayeke durû dimeşîne û bi bîr xist ku Tirkiye ya ku nerazîbûn nîşanî kuştina sivîlan a li Fîlîstînê da, di heman demê de êrîşî Rojava kir.
Esengul Demîr bi dewamî got, "Eger hûn nerazîbûnê nîşanî kuştina sivîlan didin, eger hûn difikirin ku pîvanên şer hatine binpêkirin, li her devera cîhanê divê hûn li gorî vê yekê tevbigerin, helwesta we jî bi heman rengî be. Lê belê li aliyê din di heman demê de di heman rojê de li Rojava êrîş li ser embarên genim, li ser çavkaniyên avê, li ser nexweşxaneyan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kirin. Hin dane hatin parvekirin ku nîşan didin ku beriya salekê jin, zarok, bi dehan sivîl hatin kuştin. Her wiha dîmenê zarokê ku di êrîşên Tirkiyeyê de bedena wî şewitî bi dîmenên nexweşxaneya Fîlîstînê re hate tevlîhevkirin. Hinekan bi wî rengî weşandin."
MUXALEFETA LI TIRKIYEYÊ JÎ DURÛ YE
Esengul Demîr diyar kir ku muxalefeta li Tirkiyeyê jî li pişt polîtîkayên durû yên hikumetê disekine û anî ziman ku muxalefet û hikumet hewl didin raya giştî ya cîhanê bixapînin.
Hevberdevka HDK'ê bi bîr xist ku ji bo şerê Tirkiyeyê yê li ser xaka Sûriye û Iraqê dewam bike li Meclîsê destûrnameya şer hate derbaskirin û got, "Tu ji bo xaka welatekî cuda dagir bike, êrîş bike destûrnameyekê li meclîsa xwe dide derbaskirin, lê li aliyê din jî dibêjî ku li hemberî Îsraîlê helwestê nîşan dide. Partiyên muxalefetê yên li Tirkiyeyê jî tevî ku êrîşên li ser Rojava nabînin, ji sala 2013'an ve li pişt helwesta hikumetê ya li dijî Rojava disekinin. Di êrîşên dawî de jî li hemberî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve helwest nîşan nedan. Ev rewş jî nîşan dide ku muxalafet wê li hemberî siyaset, nêrîn û polîtîkaya hikumetê ya li dijî Kurdan helwestê nîşan nede. Muxalefeta ku nerazîbûnê nîşanî helwesta Îsraîlê dide, Rojava ji nedîtî ve tê, xwe kerr, kor û lal dike. Lewma di wergirtina vê biryarê de, di êrîşên li ser Rojava de rola muxalefetê heye. Muxalefet bi vê helwesta xwe nîşan dide ku yek ji berpirsyarên vê siyaseta şer e."