Demîr Çelîk: Nêzîkatiya wan keyfî ye
Demîr Çelîk: Nêzîkatiya wan keyfî ye
Demîr Çelîk: Nêzîkatiya wan keyfî ye
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî şaredariyên BDP'ê rexne kir û wiha got: “Dibêje ew li hemberî şaredariyan wekhev tevdigerin lê ev yekê ji bo şardariyên BDP'î pêk nayê. Bi helwesta navendî û keyfî tevdigerin."
Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk têkildarî daxuyaniyên şaredariyên BDP'î hedef tên nîşandan li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Çelîk, diyar kir ku daxuyaniyê Serokwezîr Erdogan ên "Şaredariyên BDP'î xizmetê nakin" nayên qebûlkirin û wiha got: "Çavkanî ji sedî 40 piştî jê tê birîn didin şaredariyan. Bi pereyê tê dayîn mehaneyên personelan jî nayên dayîn. Pereyê ji şaredariya navçeya Kopê ya Mûşê re tê şandin 20 hezar e lê mehaneyên personelan 26 hezar e. Pereyê ji Şaredariya Barmanê ya nifusa wê 2 hezar û 300 a Mêrdînê re ji Banqeya Îllerê 2 hezar û 600 e. Ev pere têrê mehaneya şaredar jî nake. Ev yek şerme, şerma Serokwezîr û hikûmetê ya dewlemendiyan dikin amûrê bazarê. Em rexeneyên nerast ên li hemberî BDP'ê qebûl nakin." Çelîk, anî ziman ku divê Serokwezîr li hemberî hemû partiyan wekhev tevbigere û wiha pê de çû: "Dibêjin ji hemû şaredariyan re wekî hev pere tê şandin. Lê di mehên mijdar û adarê de li herêmê şertên zivistanê hene. Hewcehî bi wesayîtên kar hene. Ligel vê yekê pereyê paqijiya berfê ji şaredariyan BDP'î re nayên şandin. Pereyên şaredariyê yên afetê yên demên borî jî nehatine dayîn. Bi helwesta navendî û keyfî tevdigerin. Pirsgirêkên şaredariyên me hene. Ligel van hemû yeken bê navber xizmetên xwe didomîn in."
PÊKANÎNÊN 12’Ê ÎLONÊ DIDOME
Çelîk, da zanîn ku gelek şaredarên BDP'î hatin girtin û ev operasyon siyasî ne û wiha pê de çû: “Bi zagonên dijî demokrasiyê û dîktatoriya faşîst a 12'ê Îlonê mirov tên girtin. Divê dest ji gaspkirina mafên mirovan û azadiyan bê berdan. Divê TCK û TMK li ber çavan bê derbaskirin û bê guherîn. Ev guherîn dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane û demokratîk biber fersendek." Çelîk piştî daxuyaniyê pirsgên rojnamegeran bersivan din û têkildarî êrîşên li dijî heyeta HDK'ê wiha got: "Di pêvajoya aştî di rojevê de gotinên nîjadperest ên alîgiran terorîze dikin rastî nîn in. BDP partiyan hemû gelan e. Nêrînên cuda dibe ku hebin lê divê mirov hurmetê nîşan bidin. Di şer de israrbûn karê şerxwazan e. Divê em aştiyê biparêzin."
‘ME 3 NAV DIYAR KIRIBÛN'
Çelîk, têkildarî pirsên heyeta duyemîn a biçe Girava Îmraliyê de jî wiha got: "Me 3 nav diyarkiribûn û di roja duşemiyê de serlêdanê bikin guncav dîtibûn. Lê tê xuyakirin Serokwezîr û hinek sazî hêj li ser navan îtîrazan dikin û ji ber vê yekê ev serlêdan fermî nebûye. Dîsa em hêvî dikin ku di demek kin de hevdîtin pêk bê. Duh Birêz Mehmet Ocalan jî ev hêvî anî ziman. Heke heyet biçe dê baş bie û fêde bide. Heke ev heyet biçe tê wateye pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane ber bi çareseriyê ve biçe û ligel vê yekê windahiya ked, çavkanî û demê dê bê girtin. Di civîna me ya MYK'ê de navên hevserokên me û serokwekîlên me derketin pêş. Di plansaziya ewil de heyeta ji 3 kesan pêk tê em guncav dîtibû. Em navên 4 hevserokên xwe diyarkiribûn lê me terciha xwe ji 4 hevsorakan 2 û serokwekîlekî pêk bê diyar kiribû."