DEM-NED: 3’yê Îlonê em li Kolnê bicivin û bersivê bidin faşîzmê

DEM-NED, bang li Kurdên Ewropa û Hollanda kir ku 3’yê Îlonê werin Kolnê.

Konseya Civakên Kurdistanî yên Demokratîk ên Hollandayê (DEM-NED) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî a 24. ku wê veguhere meşa mezin û mîtîngê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di pêvajoyeke dijwar, kaotîk û şerê giran re derbas dibin û êrîşên qirker, girtina rojnameyan, zext û qirkirinên siyasî, dagirkirina Rojava hate bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk şerê navxweyî tev dike û destekê dide DAIŞ’ê.
Di daxuyaniyê de têkildarî tecrîd û îzolasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate gotin, ‘’Ji ber ku ditirsin Rêberê Gelê Kurd aştî, azadî, yekîtiya wekhev û demokratîk wê li gelan zêde bike, ditirsin û nahêlin keseke hevdîtinê pê re bike. Di şerê Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bi qasî hêzên emperyalîst berpirsyariya dewleta Tirk jî heye. Ji ber vê jî li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur, Rojava û tecrîdê bêdeng dimînin.’’
 ‘JI BO KU EM HESABÊN WAN TÊK BIBIN EM BIBIN YEK’
DEM-NED diyar kir, ji bo ku hesabên dewleta Tirk, hêzên ji kuştinê berpirsyar têk bibin, divê kedakar, çewisandî, şoreşger û hêzên demokrasiyê bibin yek û wiha got:
‘’Kurdisyaniyên ku li Ewropa dijîn û dostê wan divê bi awayekî xurt tevlî Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî a 24. ya di 3’yê Îlonê de bibin. Bersiva me ya herî baş e ya li dijî mêtingerî, zext, komkujî, paşverûtî, yekparêziyê û cihêkariyê wê ew be ku em 3’yê Îlonê de li Kolnê bin.’’