Piştî dadgeha Tirk di doza pûşiyê de 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da xwendekarê Kurd Cîhan Kirmizigul, hinceta vê biryarê aşkere kir. Di hinceta biryara dadgehê de hat gotin ku di çarçoveya têbiniyên ji şahida/ê nepenî hatiye girtin de, ev biryar hatiye dayîn.
Dadgeha 14’emîn a Cezayê Giran a Stenbolê ji ber pûşî (kefiye) bi stûyê xwe ve girêdabû, 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da xwendekarê Kurd Cîhan Kirmizigul. Piştî vê biryara dadgehê hinceta biryara dadgehê jî hat aşkerekirin. Di hinceta biryarê ya bi qasî 17 rûpelan de tê îdîakirin ku Kirmizigul di 1’ê çileya 2010 û 21’ê sibata 2010 de, bi rêya telefonê hevdîtin bi hin kesan re pêk aniye û ev kesane “endamên rêxistinê ne”.
Di hinceta biryara dadgehê de hat gotin ku di çarçoveya têbiniyên ji şahida/ê nepenî hatiye girtin de, ev biryar hatiye dayîn.