Dê û bavê Karacagîl derxistin dadgehê

Diya Ayşe Denîz Karacagîl Nûray Erçagan û bavê wê Omer Karacagîl ji ber ku beşdarî merasîma veşartina keça xwe Ayşe Denîz Karacagîl bûn a ku di pêngava ji bo rizgarkirina Reqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe dest ji dest dabû, derxistin dadgehê.

Diya Ayşe Denîz Karacagîl Nûray Erçagan û bavê wê Omer Karacagîl di destê sibehê de dema ji Bêrûdê dihatin Stenbolê li Balefirxaneya Sabîha Gokçenê hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya wan a li emniyetê wê û bav sewqî Dadgeha Stenbolê kirin. Hat hînbûn ku Erçagan û Karacagîl ji ber ku li Rojava beşdarî merasîma veşartina keça xwe bûne, ji aliyê Dozgeriya Antalyayê ve lêpirsîn li wan hatiye vekirin.