DBP’ê êrîşa li Hewlêr şermezar kir
DBP’ê êrîşa li Hewlêr şermezar kir
DBP’ê êrîşa li Hewlêr şermezar kir
DBP’ê êrîşa li hember Walîtiya Hewlêr şermezar kir û got ku berxwedanê çete şikandin û ji ber dizanin êdî nikarin bi ser bikevin serî li rêbazên cuda didin. DBP’ê li hember êrîşan banga pêşxistina berxwedanê li gel kir.
Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê, êrîşa li hember Walîtiya Hewlêr bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
'DEMÊN DAWÎ YÊN DAIŞ'
DBP’ê di daxuyaniya xwe de got, "66. Roja berxwedana Kobanê ku em li pey xwe dihêlin, berxwedanên di vê pêvajoyê de derketine holê, li ber çavan in. Tevî hemû bêderfetiyan jî ev berxwedana ku bi piştgiriya gel bi moral û motîvasyonekê destpê kir, li Kobanê gihiştiye asta lûtkeyê. Tevî hemû êrîşên çeteyên DAIŞ li Kobanê berxwedaneke ku mînaka wê nehatiye dîtin pêk hatiye.” DBP’ê diyar kir çeteyên bi berxwedanê şkestine, fêm kirine ku nikarin bi ser bikevin serî li rêbazên cuda didin.”
DBP, ev xisûs destnîşan kir: "Çeteyên DAIŞ ên hem bi awayekî berbiçav û hem jî di aliyê derûnî de şkestin, bi hewlên xwe yên dawî dem bi dem li Kobanê çekên kîmyewî bikar anîne. Îro jî wek nîşaneyeke hewlên dawî li Hewlêr li hember Walîtiya Hewlêr çalakiyeke xwekujî pêk anîne. Di vê êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye 22 kes jî birîndar bûne. Bi êrîşên bi vî rengî re ku ti encam nayên girtin, aşkera ye ku têkoşîna azadiya Kurd, yekîtiya neteweyî ya Kurd bi van rêbazan dest ji çanda xwe ya berxwedanê bernade heta her roj hê zêdetir pêş bixe.”
BANGA PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNÊ
DBP’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan xwest û li hember van êrîşan banga pêşxistina têkoşînê li gel kir.