Dayîkên Şemiyê di hefteya 394’an de jî li Qada Galatasarayê ne

Dayîkên Şemiyê di hefteya 394’an de jî li Qada Galatasarayê ne

Dayîkên Şemiyê di hefteya 394'an de ji bo Turgut Yenîsoy yê ku 18 sal berê di binçavan de hate windakirin edalet xwest û wiha gotin: "Êdî bese. Em berê dibêjin zarokên me."

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya heftiya 394'an li Qada Galatasarayê bi pankarata "Kiryar diyarin winda li ku ne" li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê di çalakiyê de ji bo Turgut Yenîsoy yê ku 18 sal berê di binçavan de hate windakirin daxwaza edaletê kirin. Hevjîna Huseyîn Taşkaya Sultan Taşkaya diyar kir ku, hevjînê wê di sala 1993'yan de ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve hate girtin û pişt re binçavkirina wî înkar kirin û wiha got: "Dê heta kengî henekên xwe bi me bikin."

'TENÊ SÛCÊ WÎ ÇEPGIR BÛ'

Dayîka Huseyîn Toraman yê ku 20 sal berê hate windakirin Hatîce Toraman jî diyar kir ku, kurê wê dema ji bo taştê çû nan kirînê bi zorê li mînîbûsekî spî siwar kir û wiha got: "Tenê sûcê wî çepgir bû. Zarokên mafên kesên bindest diparastin hemû qetilkirin." Toraman anî ziman ku, wê ji Serokomarê berê Sileyman Demîrel pirsa kurê xwe kir û bersiva "Kurê te di berîka min de ye" girt û wiha axivî: "Gelo wijdana wî rehete? Rojekê nepirsî û lêpirsîn nevekirin. Ma dê çi bipirse polîs û dewletê dikuştin." Hevjîna Nîhat Aydogan yê ku di sala 1994'an de hate windakirin Halîme Aydogan jî wiha got: "Qet nebe em gulan danên ser gora xizmên xwe. Em niha tenê gula danîn ser wêneyên wan. Em hestiyan wan dixwazin."

Xwîşka Cemal Kirbayir yê ku di sala 1980'yan de hate windakirin, Fatma Kirbayir jî pirsa "Gelo tu dadger û dozgerên bi wijdan tunene?" pirsî. Daxuyaniya hefteyê Dîdem Arda xwend û diyar kir ku, Turgut Yenîsoy li navçeya Bîsmîlê ya Amedê esnafî dikir û ji ber sîxurtî qebûl nekir dikana wî hate şewitandin û rastî îşkenceyê hat. Arda anî ziman ku, Yenîsoy ji aliyê Qereqola Cendirmeyan ya Bîsmîlê ve hate windakirin û Fermandarê Qereqolê Îzzet Cural gelek kesên din jî winda kirin.