Dayîkên Şemiyê di hefteya 373'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Dayîkan bal kişand ser pîrozbahiya 19'ê Gulanê ya li Qada Taksîmê pêk tê û wiha gotin: "Ji bo me li şûna şahî û seyranê şîn û xemgîniyê rewa dibînin.
Dayîkên Şemiyê di hefteya 373'an de dîsa li hev kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayîkên li Qada Galatasarayê kom bûn dîsa wekî her hefteyê wêneyên windayan himbêz kirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Dayîkan di çalakiyê de pankarta "Winda diyarin, kujer li kûne" vekirin û gulên sor û qurnefil danîn ser wêneyên windayan. Dayîkan vê hefteyê çîroka sempola windayan ya Hasan Ocak û Ridvan Karakoç xwendin. Ridvan Karakoç, di 20'ê gulana 1995'an de hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate kuştin. Pişt re li Goristana Bêkesana Altinşehirê hate definkirin. Malbata Karakoç pişt re bi salan têkoşîn meşand. Malbatê di 26'ê gulana 1995'an de fam kir ku Karakoç hatiye definkirin. Di 27'ê gulana 1995'an de yekem car tev li çalakiyên Dayîkên Şemiyê bûn. Dayîka Karakoç Asiye Karakoç bi salan li kurê xwe qeriya.
Li ser navê Dayîkên Şemiyê Işil Kurt, daxuyanî da û diyar kir ku, dema Ridvan Karakoç hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin Midûrê Polîsan yê Stenbolê Necdet Menzir, Midûrê Giştî yê Polîsan jî Mehmet Agar, Waliyê OHAL'ê jî Hayrî Kozakçioglu, Wezîrê Navxweyî jî Nahit Menteş û Serokwezîr ji Tansu Çiller bû.
Kurt, bal kişand ser pîrozbahiyên 19'ê gulanê yên ciwanan ku li Taksîmê pîroz dikin û helwesta hikûmetê rexne kir. Birayê Karakoç Hasan Karakoç jî bal kişand ser 19'ê gulanê û wiha got: "Îro ciwan li Qada Taksîmê şahiyê pêk tînin em jî li vir şînê dikin. Berpirsiyarê vê yekê Dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Komara Tirkiyeyê ji bo dayîkan şîn, êş û janê rewa û xweş dibîne. Lê bila her kes baş zanibe ku heta em encamê bistînin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Abdulbaki Boga jî anî ziman ku di çarçoveya hefteya Windayan ya Navneteweyî de dê di 26'ê gulanê de li ber girtîgeha Yenîpazar ya Aydinê ku Mehmet Agar lê girtiye daxuyaniyê bidin çapemeniyê.