Dayikên li ser sînor: Em xwe mîna şervanên YPJ'ê dibînin
Dayikên li ser sînor: Em xwe mîna şervanên YPJ'ê dibînin
Dayikên li ser sînor: Em xwe mîna şervanên YPJ'ê dibînin
Dayikên şervanên YPJ'ê yên 73 roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li eniya pêş li ber xwe didin, li Pirsûsê li ser sînorê Kobanê tevlî têkoşîna keçên xwe dibin. Şehnaz Çoban a bi salan li înşaetan xebitî û zarokên xwe mezin kir, ji bo tevlî têkoşîna keça xwe ya li nav refên YPJ'ê bibe, ji Stenbolê hat ser sînor û beşdarî nobeda berxwedanê bû. Dayika Şehnaz got, "Em li vê derê xwe weke şervaneke YPJ'ê dibînin."
Jinên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê herî zêde xwedî li berxwedana Kobanê derdikevin, li ser sînor jî li ber xwe didin. Dayikên zarokên wan li Kobanê li ber xwe didin, çav û dilên wan li Kobanê ne. Dayikên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, her tişt li dû xwe hiştin û li ser sînor nobedê digirin. Yek ji van dayikên ku naxwaze dest ji xeta berxwedanê berde Şehnaz Çoban a 50 salî ye ku ji Stenbolê hatiye û destekê dide têkoşîna keça xwe ya li aliyê din ê sînor. Dayika Şehnaz a li gundê Mehser ê Pirsûsê govenda berxwedanê digerîne, tevlî têkoşîna keça xwe Sûzan a li eniya berxwedanê ya li nav refên YPJ'ê dibe.
DEMA GUNDÊ WAN HAT ŞEWITANDIN BI ZAROKÊN XWE RE KOÇÎ STENBOLÊ KIR
Dayika Şehnaz, di sala 1994'an de dema gundê wan Şîrîsaz ê navçeya Bedlîs Tetwanê hat şewitandin, bi hevser û zarokên xwe re koçî Stenbolê kir. Malbat ji neçarî koç kir, lê birayê dayika Şehnaz Halef Çoban û birazên wê Ahmet û Mehmet Raûf Çoban berê xwe dan çiyê û tevlî refên PKK'ê bûn.
10 SALAN DI ÎNŞAETÊ DE XEBITÎ Û ZAROKÊN XWE MEZIN KIR
Dayika Şehnaz li Başakşehîr a Stenbolê, ji ber hevserê wê yê di înşaetê de wer bû û seqet ma, li şûna hevserê xwe dest bi sewaxkariya li înşaetan kir. 10 salan xebitî û zarokên xwe mezin kir, li hevserê xwe nihêrî û li aliyekî din jî xebatên siyasî dewam kir. Dayika Şehnaz ku niha di rêveberiya DBP ya navçeya Başakşehîrê de cih digire, hînê di înaşetê de kar dike. Her wiha bi 12 jinan re karê paqijkirina kincên ji konfeksiyonan tê, dike. Dayika Şehnaz bi vî rengî debara malbata xwe dike. Dayika Şehnaz berî mehekê bihîst ku birayê wî û birazên wî yên 20 sal in agahî ji wan nedigirt, di goreke komî ya li navçeya Sêrt Xizxêrê de ne. Dayika Şehnaz ji bo sersaxiya bira û birazên xwe, bi keça xwe Sûzan a 19 salî re çû warê xwe Tetwanê. Keça wê piştî serxweşiyê tevlî refên YPJ''ê bû.
'KEÇA MIN XATIR XWEST Û ÇÛ'
Dayika Şehnaz ku piştî tevlîbûna keça xwe beşdarî nobeda li ser sînor bû got, "Keça min li wir ez jî li vir em li ber xwe didin. Bi wê serbilind im." Şehnaz beriya çûyînê axaftina keça xwe anî ziman û got, "Rojek piştî serxweşiyê, keça min ji min re got ku di xewna xwe de xalê xwe yê şehîd ketiye dîtiye. Got, 'Xalê min Xelef bi destê min girt û ji min re got Sûzan were.' Wê sibehê keça min ji min re got, 'Heval Şehnaz ez diçim', xatir xwest û çû."
'EM XWE WEKE ŞERVANÊN YPJ'Ê DIBÎNIN'
Dayika Şehnaz diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilind e û got, "Hemû YPJ'yiyên li Kobanê şer dikin, keçên min in. Ji ber vê yekê ez hatim vir. Em xwe mîna YPJ'yiyan dibînin. Ez têkoşîna keça xwe li ser sînor dimeşînim. Ez dayik im bêguman dema lê difikirim digirîm, lê ew parçeyek ji vê têkoşînê ye û hêzê dide min."