Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî hatin binçavkirin
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên hatin Qada Galatasarayê vê hefteyê jî dîsa hatin kelepçekirin û di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ên hatin Qada Galatasarayê vê hefteyê jî dîsa hatin kelepçekirin û di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên windayî bipirsin û faîl bên dîtin û cezakirin, di hefteya 970’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Parlamentera HEDEP’ê ya Stenbolê Kezban Konûkçû û rêveberên HEDEP’ê û gelek kesan piştgirî dan Dayikên Şemiyê.
Dayikên Şemiyê, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar li hev kom bûn û bi qerenfîlên di destên xwe de li ser Cadeya Îstîklala Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî qadê daye jî di hefteya 30’yemîn de Dayikên Şemiyê asteng kirin. Polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê nîşanî dayikan dan. Polîsên ku destûr nedan çalakiyê, hemû kuçe û kolanên derdora qadê dorpêç kirin û bi bariyeran girtin.
Polîsan, Dayikên Şemiyê dorpêç kirin û nehiştin bimeşin qadê. Polîsan di dorpêçê de li dayikan û parêzvanên mafên mirovan dan. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji derdorê hatin dûrkirin.
Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê di nav dorpêça polîsan de ji paş ve hatin kelepçekirin û binçavkirin. Polîsan xwest parlamenter Kezban Konûkçû ji derdorê dûr bikin. Konûkçû bertek nîşanî astengî û helwesta polîsan da û got: “Ez li vir êşkenceyê, binçavkirinê çavdêr dikim, lê bi darê zorê min ji vir dûr dikin. Tevî ku ez parlamenter im û nikarin dest bidin min jî lê dîsa hewl dan min dûr bikin.”
Ji 20 kesî zêdetir dayik û mirovên şemiyêh hatin binçavkirin û li wesayîtên binçavkirinê siwar kirin. Binçavkiriyan di hundirê otubusê de tiliyên serkeftinê nîşan dan.
XWEDÎ LI ÇALAKIYA DAYIKAN DERKETIN
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê daxuyanî da.
Di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Huseyîn Toraman ê di sala 1991'an de di dema binçavkirinê de hat windakirin hate xwendin.
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê li ber Navenda Karsaziyê ya Ahmet Bahçivan a li navçeya navendî Halîliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Tevî endamên ÎHD'ê, Wekîlê HEDEP'ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, nûnerên rêxistinên HEDEP’ê û DBP'ê yên bajar û navçeyê yên Riha û nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê beşdarî çalakiyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Îsmaîl Tutal ve hate dayîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Wanê jî li avahiya komeleyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHD'ê Yusuf Aydin ve hat xwendin.
Serokê Şaxê Yakup Ataş jî li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyanî da.
ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxên Mêrsînê li Parka Zarokan a Ozgurê daxuyanî dan. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Gazî Încî ve hat xwendin.
Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê li Qada Atalosê daxuyanî da. Metna hevpar a çapemeniyê ji aliyê Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD'a Antalyayê Parêzer Ferdî Parim ve hat xwendin.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li ber Sûmerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hate xwendin.