Dayikên Şemiyê li kujerên Cîhan pirsîn

Dayikên Şemiyê li kujerên Suleyman Cîhan pirsîn ê ku bi êşkence hatibû qetilkirin.

Dayikên Şemiyê, di hefteya 853'an de ji ber pandemiyê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de pirsa li kujerên Suleyman Cîhan kirin ê ku di 29'ê Tîrmeha 1981'an piştî hate destgîrkirin û cenazeyê wî hat dîtin. Di çalakiyê de destpêkê birayê Cîhan, Ahmet Cîhan axivî û diyar kir ku birayê wî ji ber nasnameya xwe hatiye qetilkirin û wiha got: "Doza ku ji bo qetilkirina wî hat vekirin bê encam ma. Ev sûcekî mirovahiyê ye û wê teqez peywirdarên dewletê yên ew sûc kirine werin darizandin."

Şahidê demê Hasan Huseyîn Çatalkaya jî ev tişt got: "Dema ku min jî ji bo êşkenceyê birin heman cihî, min Suleyman li wir dît. Ji min re got, 'Ez nemirime ji derve re ragihînin'. Berpirsê bingehîn ê qetlîamê diyar e. Ez şahidê vê pêvajoyê me." Parêzera demê Mîhrîban Kirdok, da zanîn ku di rûniştina dozê de zaniye ku Cîhan hatiye qetilkirin û wiha pêde çû: "Lêgerîna me her berdewam kir. Lê ji ber ku di dozên wiha de polîtîkaya bêcezahiştinê tê bikaranîn, doz ket ber demboriyê. Lê divê neyê jibîrkirin ku edalet ji bo hemû kesan pêwîst e."

Piştre Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîjkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci axivî û diyar kir ku di rapora otopsiya Cîhan de hatiye tespîtkirin ku gelek birîn li laşê wî hebûne û wiha got: "Ji ber ku ji bo birînan tu nirxandin nayê kirin bêcezatî didome. Min di van belgeyan de dît ku birînên li laşê wî birînên ji ber êşkenceyê bûn. Ji bilî vana hin birîn jî birînên piştî mirinê bûn. Ev jî birîna ji ber ketina ji bilindahiyê bû. Piştî rapora otopsiyê berpirsyaran çîrok nivîsand. Ev jî çîroka xwekuştinê bû. Rexmî ku Cîhan miribû jî wî ji jor de avêtibûn xwarê."

 Piştî Fîncanci, Mirova Şemiyê Yasemîn Bektaş daxuyaniya ku têkildarî qetilkirina Cîhan hatibû amadekirin xwend û got ku ji bo Cîhan û windayên din dev ji têkoşîna xwe bernedin.