Dayikên Şemiyê li faîlên Hasan Ocak pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Hasan Ocak pirsîn ê ku dewletê ew qetil kiribû.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Hasan Ocak pirsîn ê ku dewletê ew qetil kiribû.
Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 678’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Mirovên Şemiyê pankarta “Kujer diyar in, winda li ku ne?” vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Wêne, tembûr û bandên Hasan Ocakên danîn ber pankartê. Beriya çalakiyê stranên Ocak jê hez dikir hat guhdarkirin. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Hüda Kaya û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Ocak pirsîn ê ku di 21’ê Adara 1995’an de li Stenbolê hatibû windakirin.
‘EDALET Û EDALET…’
Piştî axaftina Tanrıkulu yê Parlamenterê CHP’ê û Gülseren Yolerî ya Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, dayika Hasan Ocak Emine Ocak axivî. Dayik Ocak bi zorê axivî û tenê dikaribû van gotinan bîne ziman: “23 sal e ez li vir disekinim. Bila qatil bên dîtin û edaletê dixwazim. Em bi hevalên xwe re derketin vê riyê. Ez edaletê dixwazim. Edalet edalet… Wek din ne tiştek din.”
‘LI HER KOLANÊN VÎ BAJARÎ BÎRANÎNÊN ME HENE’
Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak jî bi gotina “Hûn bi xêr hatine sifreya Hasan” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji dema em ji Hasanê xwe re edaletê dixwazin vir ve, du wêne di bîra me de mane. Yek jê wêneyên ku niha di destê me de ye û ya didoyan jî li her sînema û şanoyê vê qadê cih digirin, bîranînên me hene. Li her kolanê vî bajarê bîranînên me û Hasan hene. Tenê ne em, heval û dostên wî li vê qadê li benda hatina Hasan in. Dema me Hasan dît, ser û çavê wî hatibû parçekirin, ev yek qet ji bîra me naçe.”
‘BI ÊŞKENCEYÊ HAT KUŞTIN’
Piştî axaftinên malbatê, vê hefteyê daxuyaniya çapemeniyê rojnameger Pınar Gayip xwend û bal kişand ser windakirin û têkoşîna ji bo Ocak hat dayîn. Gayip diyar kir ku hemû wekîlan jî digot ku Ocak bi êşkenceyê hatiye kuştin û lê ev rastî ji nedîtî ve hat dîtin. Gayip anî ziman ku hemû hewldan û serlêdanên hiqûqî bê encam man û ew ji bo Hasan Ocak edaletê dixwazin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.