Dayikên Şemiyê li aqûbeta bi sedan mirovên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li aqûbeta bi sedan kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 925’emîn de li ser înternetê çalakiya xwe li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li aqûbeta hemû windayan hat pirsîn.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, di çalakiya Dayikên Şemiyê de axivî û diyar kir ku mekanizma û pergala edaletê tune ye û 925 hefte ne li dijî bêedaletiyê têdikoşin. Yolerî bang li rayedarên dadê û îdarî kir ku pêşî li bêcezahiştinê bigirin û wezîfeya xwe pêk bînin û her ku ew dibêjin bila lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin jî lê ji ber rola dewletê ya di kuştin û windakirinan de pirsên wan bêbersiv tên hiştin.

Yolerî da zanîn ku ji bo parastina mafên mirovan îradeyek nîne lewma 226 hefte ne azadiya kombûna aştiyane tê astengkirin û Tirkiye veguheriye welatê qedexeyan û ew di bin siya binpêkirinên mafan û neheqiyan de Hefteya Mafên Mirovan ango 74’emîn sala Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî pêşwazî kirine. Yolerî bang li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê kir û got: “Çima hûn ji bo windayan û binpêkirinên mafan bêdeng in?”

Yolerî bersiva daxuyaniya “di warê mafên mirovan de em welatek mînak in” a Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû da û wiha got: “Ez gazî Wezîrê Karên Derve dikim; di serdema hikumeta we de binpêkirinên mafan her zêde bûne, hiqûq û qanûn hatine astengkirin û bêedaletî kûr bûye. Ev yek li ber çavê me hemûyan disekine. Çar sal in Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê û hemû civakê bi bariyeran hatiye girtin. Ma gelo ev ne di serdema hikumeta we de ye. Daxuyaniya we û tiştên diqewimin ji hev dûr in.”