Dayikên Şemiyê: Kujer li nava me digerin!
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku 6'ê Kanûna 1993'an li Sêweregê di binê çavan de hate windakirin.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku 6'ê Kanûna 1993'an li Sêweregê di binê çavan de hate windakirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 663'an de li Qada Galatasarayê li hev kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta 'kiryar diyar in, winda li ku ne?" vekirin û qurnefilên sor û çarikên sipî danîn ser pankartê. Xizmên windayan wêneyê xizmên xwe yên winda xistin hembêza xwe û li aqûbeta wan pirsîn. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkara yê di 6'e Kanûna 1993'an de li Sêweregê hate binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikan nameya Taşkara ya sala 1985'an dema li girtîgehê bû nivîsandibû danîn ser pankartê.
Ewil birayê Ridvan Karakoç ê di 20'ê Sibata 1995'an de hat binçavkirin û windakirin, Hasan Karakoç axivî. Karakoç diyar kir ku bi salan e li Qada Galatasarayê diqîrin û wiha got: "Em her carê dayikên xwe winda dikin. Le heta niha tu bersîv nedane me. 22 salin em li vir diqîrin lê kes dengê me nabihîze. Dewlet lîstika ker û lalan dilîze. Kujer jî hê li nava me digerin."
Xwişka Huseyîn Taykaya Serpil Taşkaya jî anî ziman ku wekî wê gelek mirov di nava êş û janan de dijîn û wiha got: "Piştî min êşa kesên din dît min êşa xwe ji bîr kir. Me êşên xwe parve kirin. Ji bo îşkencekar û qatil bên darizandin em li vir in. Me xwest kevirekî gorê zarokên me hebin. Divê dewlet ji dayîna vî hesabî netirse. Heta ku dewlet hesabê paşerojê nede lêborîna xwe nede tu carî pêşeroj aram û azad nabe."
Kurê Huseyîn Taşkaya Şerif Taşkaya jî anî ziman ku bavê wî di sala 1980'an de hat girtin û wiha got: "Piştî bavê min hat berdan dîsa hat binçavkirin. Piştî dîsa binçav kirin ew di bin çavan de winda kirin. Dozger got 'Ger cerdevan û cendirme destûr bidin ez dê lêpirsînê vekim' Ji wê rojê heta niha ez li bavê xwe digerim. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne û hestiyê bavê min bên dîtin. Em dixwazin hemû bersûc bên darizandin û cezakirin.
Biraziyê Huseyîn Taşkaya Surgun Taşkaya daxuyani da û xwest kesên sûcdar bên darizandin. Taşkaya xwest dewlet sûcê xwe qebûl bike û bersûcan ceza bike. Huseyîn Taşkaya yê 42 salî bavê 4 zarokan bû. Li Sêweregê dijiya. Di rapora Desteya Teftişê ya Serokwezîriyê de hat belgekirin ku leşkerî di hakîmiyetiya Eşîra Bûcak de bû. Ji ber ku Huseyîn mafê mirovan parast û binpêkirin rexne kir bû hedefa Eşîra Bûcakaan. Li dijî zextên Eşîra Bucakan mala xwe anî Stenbolê û dîsa vegeriya cem Mamê xwe Mehmet Taşkaya. Piştî demekê li wir ma di 6'ê Kanûna 1993'an de leşker, polîs û cerdevanan bi ser mala Mehmet Taşkaya ya Sîweregê de girtin û Huseyîn ji malê binçav kirin û piştre winda kirin.
Taşkaya, anî ziman ku piştre wan serî li hemû rayedaran da, Lê her yekî hewaleyî yê din kir û winda kirin.
Taşkaya, da zanîn ku heta niha tu agahî ji aqûbeta wî negirtine û wiha bi dawî kir: "Di serî de sercerdevan Sedat Bucak û cerdevanê wî Ahmet Bucak, Ahmet Ersin Bucak, Halil Beyazkaz, Kemal Uzeyroglu, Îsmet Ozeyranoglu, Mustafa Uzeyroglu berpirsiyarê windakirina Huseyîn in. Em ê ji lêgerîna aqûbeta wî gavan paşve navêjin."