Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa li hev civiyan
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin ku kujerên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa bên darizandin.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de xwestin ku kujerên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa bên darizandin.
Dayikên Şemiye di hefteya 924’emîn de çalakiya xwe ya heftane ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin li ser înternetê li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Demîr (36) û Agît Aîpa (39) pirsîn. Her du kes di 12’ê Kanûna 1991’an de li gundê Xendûk ê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ji aliyê leşkeran ve hatin destgîrkirin û bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin.
Neviya Agît Akîpa, Hediye Akîpa behsa pêvajoya qewimîye kir. Akîpa serpêhatiya Demîr û kalikê xwe Agît Akîpa wiha vegot: “Îbrahîm Demîr 36 û Agît Akîpa jî 39 salî bû. Li gundê Çûkûrlû yê Hezexê dijiyan. Akîpa her wiha keyayê gund bû. Zextekî giran lê dihat kirin ku bibin cerdevan. Leşkeran gund mîna qereqolê lê kiribûn û dest danîbûn ser malên çend gundiyan. Demîr û Akîpa jî ji bo ku leşker dibistan û malan vala bikin, serî li qeymeqamtî û wezareta karên hundir dan. Lewma zexta li ser wan zêdetir bû. Di 12’ê Kanûna 1991’an de dema Demîr û Akîpa bi gundiyan re li traktorê siwar bûn û ji sersaxiyekê vedigeriyan, rêya wan ji hêla leşkeran ve hate girtin. Demîr û Akîpa ji hêla Fermandarê Yekîneya Peyadar û leşkerî girêdayî Fermandariya Tabûra Anitli ya Kerberonê yên li mezraya Agaçli hatin destgîrkirin.
LEŞKER LI XWE MIKUR HATIN, CENAZE HATIN DÎTIN
Malbatan serî li qereqola jendirmeyan dan lê gotin; ‘me ew qet nedîtine’. Leşkerekî bi veşartî ji malbatan re got; ‘Herin li şikeftan binêrin.’ Gundiyan jî cenazeyên Demîr û Akîpa di 13’ê Kanûna 1991’an de di şikefteke ku deriyê wê bi keviran hatiye girtin dîtin. Windakirî hatibûn îşkencekirin, dest û çavên wan hatibûn girêdan. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Hezexê fermandar û leşkerên ku Demîr û Akîpa destgîr kiribûn sûcdar dîtin. Li ser vê yekê jî ji bo vekirina lêpirsînê di 18’ê Kanûna 1991’an de dosya ji Lijneya Rêveberiya Qeymeqamtiya Kerboranê re şand. Lê lijneyê di 20’ê Gulana 1992’yan de ev daxwaz red kir. Di sala 2011’an de bi rêya parêzer Tahir Elçî dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê hate dayîn. Dozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin û ji bo xwe bigihîne dosyayê serî li saziyên têkildar da. Lê belê hemû saziyan got ku di arşîvên wan de dosyayeke wiha tune ye. Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Hezexê derheqê peywirdarên Qeymeqamtiya Kerboranê de bi sedema ‘peywira xwe xerab bi kar anîne’ lêpirsîn da destpêkirin. Lê encamek ji lêpirsînê derneket. Di dawiya dawî de demborîn weke hincet hate nîşandan.”
Hevjîna Akîpa, Fatma Akîpa jî destnîşan kir ku ew ê dest ji doza xwe ya edaletê bernedin û her têkoşîna xwe bidomînin.