Dayikên Şemiyê dîsa hatin binçavkirin: Nerazîbûn nîşanî bêdengiyê dan
Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin. Mûsa Pîroglû yê HDP’î nerazîbûn nîşanî binçavkirin û qedexeya çalakiyê da.
Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin. Mûsa Pîroglû yê HDP’î nerazîbûn nîşanî binçavkirin û qedexeya çalakiyê da.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 968’emîn de xwestin biçin Qada Galatasarayê û çalakiya xwe lidar bixin. Polîsan carek din dayikan asteng kir û tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî destûr nehat dayîn û qad hat qedexekirin.
Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek dayik û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Dayik li ser Cadeya Îstîklalê meşiyan û xwestin bi qerenfîlên di destên xwe de biçin Qada Galatasarayê lê polîsan ew asteng kirin û dorpêç kirin.
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Biryara AYM’ê bi ser her tiştî re ye. Qeymeqam nikare vê biryarê ji holê rake. Biryar ji jorê tê dayîn.”
Xizma winda Masîde Ocak bi bîr xist ku Tirkiye li gorî xala duyemîn a Destûra Bingehîn dewleta “hiqûqê” ye û xwest rêzdarî ji biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re bê girtin. Ocak anî ziman ku ev 6 meh in bi awayek dijhiqûqî çalakiya wan tê qedexekirin û binçavkirin û îro vay e dîsa tên binçavkirin. Ocak da zanîn ku biryara AYM’ê tê binpêkirin û heke îro destûr bihata dayîn wê ji bo Kerevan Îrmez ê 28 sal berê di binçavan de hat qetilkirin edaletê bixwestina.
Ji xizmên windayan Besna Tosûn jî bertek nîşanî polîsan da û biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê bi bîr xist.
Rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî ji cihê dorpêçê hatin dûrxistin. Polîsan gelek çalakvan ji pişt ve kelemçe kirin û binçav kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî bertek nîşanî binçavkirin û qedexekirina çalakiyê da.