Dayikên Şemiyê destê wan ji pişt ve kelepçekirî hatin binçavkirin
Dayikên Şemiyê vê heftê jî destê wan ji pişt ve kelepçekirî û di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin.
Dayikên Şemiyê vê heftê jî destê wan ji pişt ve kelepçekirî û di bin êşkenceyê de hatin binçavkirin.
Dayikên Şemiyê yên bi daxwaza diyarbûna aqûbeta windayan û darizandin û girtina kujer û yên dane kuştin, her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Îro hefteya 967’emîn a çalakiyê bû ku wê bihata lidar xistin. Lê polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dîsa Dayikên Şemiyê dorpêç û asteng kirin.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku li ser Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galastarayê ve dimeşiyan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û binçavkirin.
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yollerî û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê. Bi sedan polîsan her çiqas xwestin li ser Cadeya Îstîklalê meşa Dayikên Şemiyê asteng bikin jî lê bariyeran derbas kirin û meşiyan. Dîsa polîsan rê li ber çalakgeran girt û destê wan ji pişt ve kelepçekirî ew kirin binçavan.