Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol (26) pirsîn ku sala 1981’an li Stenbolê piştî hatî binçavkirin, bi êşkenceyê hate qetilkirin û cenazeyê wî hate windakirin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo cezakirina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakî lidar dixin. Vê hefteyê çalakiya 1099’an hate lidarxistin.

Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên winda, hildan. Vê hefteyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol (26) hate pirsîn ku 12’ê Nîsana 1981’an li Stenbolê piştî hatî binçavkirin, bi êşkenceyê hate qetilkirin û cenazeyê wî hate windakirin.

Gelek parêzvanên maf û xizmên malbata Yedîgol jî tevlî çalakiyê bûn.