'Dayika Kurdistanê' li ser sînorê Kobanê ye
'Dayika Kurdistanê' li ser sînorê Kobanê ye
'Dayika Kurdistanê' li ser sînorê Kobanê ye
Bahar Bîlge ya 75 salî, ku hevserê wê û du kurên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û xwe weke "Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me" dide naskirin, li gel çavê xwe yê baş nabîne jî li gundê Mehserê li ser sînorê Kobanê dest bi girtina nobedê kir.
Bahar Bîlge ya 75 salî, ku hevserê wê Abdulkadîr Bîlge di sala 1994'an de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê di êrîşa hîzbulkontra de jiyana xwe ji dest da, kurên wê Zeynel Abdîdîn Bîlge (Piling) ê PKK'yî di sala 1996'an de li Çelê di şer de û kurê wê yê mezin Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) ê beriya meehkê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û kurekî wê yê din Huseyî Bîlge jî ev 23 sal in di girtîgehê de ye û li azadiya wî ye, li gel çavên xwe yên ku sê sal in baş nabîne hat gundê Mehserê û dest bi girtina nobedê kir. Dayika Bîlge diyar kir ku ew bi malbata xwe re serbilind e û dayika temamiya rêhevalên zarokên wê ne.
'EZ DAYIKA SEROK IM'
Bîlge got, "Ez dayika Serok im. Dayika hemû şervanan im. Ez dayika Kurdistanê me. Em têkoşîna mafekî, dewletê dimeşînin. Ev bêberdêl nabe. Me jî berdêl dan. Ti cudahiya min ji dayikên din tineye. Ez bi tevahiya zarokên xwe, hevserê xwe re serbilind im. 3 sal in çavên min baş nabîne. Min xwest êdî li ser sînorê Kobanê cihê kurê min lê têkoşiya bim û hatim."
RÛMETA MALBATÊ
Kurdê dayika Bîlge Ramazan Bîlge a li cem wê ye, anî ziman ku ji roja destpêkirina têkoşîna azadiyê û vir ve malbata wan di nava têkoşînê de cih girtiye. Bîlge anî ziman ku wan gelek zilm dîtine, gundê wan hatiye şewitandin, lê ti carî paşve gav neavêtine û got, "Bi malbata xwe re serbilind im. Em ê di rêya wan de heta serketinê bimeşin."


