Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû, hezar Denîz wê bê
Dayika Denîz Poyraz a ku di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, Fehîme Poyraz got, "Gelê Kurd her tim li ser piyan e, wê her tim li ser piyan be. Denîzek çû, hezar Denîz wê bê."
Dayika Denîz Poyraz a ku di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, Fehîme Poyraz got, "Gelê Kurd her tim li ser piyan e, wê her tim li ser piyan be. Denîzek çû, hezar Denîz wê bê."
Êrişkarê bi navê Onûr G. ku serê sibehê avêt ser avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê, xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir û agir berda avahiyê.
Li gorî nûçeya JinNewsê, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz hate ber avahiya partiyê û xwest keça xwe bibîne, lê polîsan nehiştin.
Dayik Poyraz got, "Rê vekin, ez ê bikevim hundir, kes nikare min asteng bike. Keça min kuştin. Çi mafê we heye ku we keça min kuştin. Bila Xwedê jî we bikuje înşallah. Ez dayik im, mafê min ê axaftinê heye, kes nikare min bêdeng bike."
Poyraz got, "Gelê Kurd her tim li ser piyan e, wê her tim li ser piyan jî be. Denîzek çû, wê hezar Denîz bê."
HDP'î li ber avahiya partiyê li hev civiyan û bi gotina "Hûn kujeran diparêzin" nerazîbûn nîşanî polîsan dan.