Dayik Ayik: Roviyên kurê min roj bi roj dihele

Hulya Anik, dayika girtiyê bi nexweşiya roviyan Devrîm Ayik, got, “Kurê min ji çavê xwe jî astengdarVe û bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe yê jiyanî bicih bîne. Divê kurê min Devrim û hemû girtiyên nexweş berî rojekê werin berdan.”

Li gorî danayên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de, du jê nexweşên giran bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de, hatibû destnîşankirin ku li girtîgehan 604 girtiyên nexweşên giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Roja ku rapor hat weşandin, girtiyê 67 salî Îsa Gultekîn ê 28 sal girtîbû, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê her ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Yek ji van girtiyan ji ciwanê bi navê Devrîm Ayik (31) ê ji sala 2015’an û vir de çar caran hate girtin û niha li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê girtin, her roja diçe rewşa tenduristiya wî xerabtir dibe. Ayik, nexweşiya rovî (Corhn) pêre heye û ji çavê xwe astengdare. Dayika girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik, Hulya Ayik (48) diyar kir ku roviyê kurê wê her diçe dirize û ji bo tevahiya girtiyên nexweş banga hestyariyê kir.

‘ROVIYÊ KURÊ MIN DIRIZE’

Dayik Ayik anî ziman ku di nava 6 salan de 4 caran kurê wê hatiye girtin û wiha axivî: “Devrim cara ewil di sala 2015’an de bi hinceta stranên Kurdî gotiye û govend gerandiye bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ hate girtin. Devrim berî ku bê girtin, nexweşiya rovî (Corhn) pêre hebû. Roviyên kurê min dirizin. Ji ber vê divê her tim bê dermankirin. Di girtîgehê de tedawiya wî taloq bû. Piştî sala 2015’an hate girtin, 3 sal û şûnde hate berdan. Lê dûre caredin di çarçoveya heman dosyayê de, di 12’ê Çile de hat girtin. Kurê min ewil birin Îzmîrê, dûre şandin Girtîgeha Şakranê, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirin û herî dawî jî sîrgûnê Girtîgeha Tîpa H a Eskîrşehîrê kirin. Nexweşiya kurê min girane. Ji ber vê ti girtîgehe naxwaze ku berpirsiyartiyê bigire ser xwe.”  

‘TERKÎ MIRINÊ KIRINE’

Ayik da zanîn ku di encama qezayekê sala 2006’an de çavê kurê wê yê rastê kor bûye û wiha pêde çû: “Çavê wî yê çepê jî baş nabîne. Kurê min di girtîgehê de bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên jiyanî bicih bîne. Niha bi 3 hevalên xwe di qawîşa qarantiniyê de tê girtin. Eger ew bi tena serê xwe bimîne nikare pêwîstiyên xwe bicih bîne. Di kontrola herî dawî de, hat gotin ku cardin roviyê wî riziyane û divê bilezgînî bê dermankirin. Lê ligel vê yekê jî rêveberiya girtîgehê dest bi dermankirina wî nekir. Ligel kurê min îro bi hezaran girtiyên nexweşiyên wan giran hene. Rewşa wan krîtîke. Em bibin dengê girtiyên nexweş. Êdî bila darbestên wan ji girtîgehan dernekevin. Miroveke nexweş, ji xwe êşkence li canê wî tê kirin. Ne hewceye ku êşkenceyek duyemîn li wan bê kirin. Ger em nebin dengê girtiyên nexweş, wê her roj cenaze ji girtîgehan derkevin. Em bibin dengê girtiyan û dengê wan bidinn bihîstin.”

‘WERIN EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN

Ayik destnîşan kir ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî 196 roj in di çalakiyê de ne û got: “Girtî dibin tecrîdê dene. Êşkence li wan tê kirin. Li dijî tecrîd û bêmafiyan, tişta ku girtî dikarin bikin, li deriyan xistin û berzkirina dirûşmeyane. Ew nikarin dengê xwe bigihînin derve. Em ji wan bêtir dikirin deng derxînin. Divê em bibin dengê girtiyan. Bi sedan girtiyên nexweş dibin sêwana mirinê de tê girtin. Ez ji bo kurê xwe Devrîm tenê bang nakim. Hemû girtiyên siyasî zarokên minin. Divê dengê girtîgehan em li her derê berz bikin. Werin em bi hev re dengê xwe bikin û bibin dengê girtiyan.”