Daxwaza ji nû ve darizandina Ocalan hat redkirin
Daxwaza ji nû ve darizandina Ocalan hat redkirin
Daxwaza ji nû ve darizandina Ocalan hat redkirin
11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ji nû ve darizandinê red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, di çarçoveya xala duyemîn a maddeya 21. a qanûna bi hejmara 6459, ku ji nû ve darizandinê sererast dike û di nava raya giştî de jî weke "paketa 4. a dadgeriyê" tê zanîn, roja 26'ê Tîrmehê serî li 11. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dan û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bê darizandin.
11. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku beriya niha cezayê muebbetê dabû Ocalan, serlêdana parêzeran a bi daxwaza "Ji nû ve darizandin û betalkirina bicihanîna cezayê lê hatiye birrîn" red kir.