Davutoglu dîsa HDP tehdît kir
Davutoglu dîsa HDP tehdît kir
Davutoglu dîsa HDP tehdît kir
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna koma partiya xwe de careke din tehdîd kir. Davutoglu da zanîn ku di rewşa ku HDP li gorî daxwaza hikûmetê nêzî pêvajoyê bibe wê pêngavan bavêjin û tehdîda ‘an jî wê qat bi qat bersivê bidin HDP’ê’ kir.
Davutoglu di civîna koma AKP’ê de axivî û der barê rojevê de nirxandin kir. Davutgolu bal kişand ser ‘Plana Çalakiya Aborî’ ya di 6’ê Mijdarê de aşkera kirine û got ku wê di qada aborî de guherînên cidî bikin.
Davutoglu îdîa kir ku Tirkiye welatekî ku desthilatdariya wê ya demokratîk pêk hatiye û divê polîtîkayên aboriya dewletê û polîtîkayên sermayedaran wekhev be. Davutgolu bang li sermayedaran kir ku divê li gorî stratejiyên hikûmetê tevbigerin û wê ‘pakêta ewlehiya kar’ ji raya giştî re aşkera bikin.
Davutoglu diyar kir ku piştî karaseta asansora di înşaeta Torunlar Centre de pêk hatiye biryara avakirina vê pakêtê girtine.
DERSÊN OLÎ YÊN FERZKIRÎ TÊN RAKIRIN
Davutoglu, daxwaza rêxistinên Elewiyan û baweriyên cuda yên din ên weke ‘bila dersên olî yên ferzkirî bên rakirin’ wek daxwaza CHP’ê nîşan da û îdîa kir ku Elewîtî û Sunîbûn wek hev e û di polîtîkayên xwe yên yekparêz de israr kir. Her wiha Davutgolu peyama wê dersên olî yên ferzkirî bên rakirin da.
DÎSA HDP TEHDÎD KIR
Davutoglu got ku pêvajoya çareseriyê û pergala cemawerî ne alternatîfên hev in û bi pergala cemawerî wê tedbîrên ewlehiyê bigirin.
Davutoglu ji bo HDP’ê dîsa gotinên: “Ger niyeta we baş be, em ê niyeta baş nîşan bidin. Nîşan bidin ku hûn li dij şîdetê ne. Ger HDP li gorî daxwaza hikûmetê nêz bibe wê di pêvajoya çareseriyê de pêngav bên avêtin. An jî wê qat bi qat bersiv bê dayîn.”