Danişîna 'Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê'' taloq bû
Danişîna 'Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê'' ku siyasetmedarên Kurd jê têne darizandin, taloq bû.
Danişîna 'Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê'' ku siyasetmedarên Kurd jê têne darizandin, taloq bû.
Danişîna 44'an a 'Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê'' ku 205 siyasetmedarên Kurd jê têne darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Stenbolê çêbû. Hin siyasetmedarên ku bêyî ku girtî bin têne darizandin û parêzerên wan li danişînê kar û hazir bûn.
Parêzeran û meqamê îdîayê xwestin ku hin aliyên kêm yên dosyayê bêne temamkirin.
Dadgeha Tirk biryara girtinê ya li ser hin siyasetmedaran ku hê parastina xwe nekirine nûjen kir, danişîn taloqî 4'ê Mijdarê kir.