Damezrandina PKK’ê li Creîl hat pîrozkirin

Damezrandina PKK’ê li Creîl hat pîrozkirin

Li bajarê Creîl ê Fransa Kurdistaniyan 36. salvegera damezrandina PKK’ê bi coş pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Têkildarî şevê sînevîzyonek hat temaşekirin. Salon bi posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin xemilandin.

Hevserokê KCD-E Murad Ceylan û nivîskar Fuat Kav ên wek axaftvan beşdarî şevê bûn, bal kişandin ser kevneşopiya berxwedêr a PKK’ê û behsa rola diyarker a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşînê de.

Di pîrozbahiyê Hozan Seyîdxan, Hemî Hecî û hunermendên endamên TEVÇAND a Parîsê derketin dikê. Di şevê de Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand. Di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmên, “Bijî PKK” û “Bijî Rêber Apo” hatin gotin.