DAIŞ li Kobanê şikest

DAIŞ li Kobanê şikest

Du meh zêdetir e berxwedana Kobanê didome û bênavber şer didome. Ji rojên destpêka şer heta niha li Kobanê me. Dema ez ji Amedê ber bi Pirsûsê bi rê ketim, min nezanî şer ewqas dijwar e. Ji Amedê heta Pirsûsê, leşker û polîsên dewleta tirk hemû rê girtibûn, rewşeke ji OHAL’ê xirabtir hebû. Ez û hevalê min rojnamevan Murat Çîftçî ji bo şopandina geşedanên li ser sînor hatibûn peywirdarkirin. Di dawiya meha Îlonê de gelek jin, zarok, kal û pîrên Kobanê ji sînor derbas bûbûn û hatibûn Pirsûsê. Welatiyên Kobanê piştî ku malbatên xwe anîn Pirsûsê xwestin vegerin Kobanê. Ji bo welatî venegerin Kobanê, dewleta tirk gelek astengî derdixist. Dihat xwestin ku li Kobanê kesek nemîne û Kobanê bi temamî vegere qada şer. 

Û GIHIŞTIM KOBANÊ...

Bi sedan welatî ji bo vegerin Kobanê li ser sînor bûn. Deriyê sînor bûbû pira siratê. Leşker û polîsan wekî zebaniyên dojehê derî girtibûn, êrîşî gel dikirin, heqaret li welatiyan dikirin. Vegera Kobanê wekî îşkenceyê bû, kirinên dijmirovî li kesên ku dixwazin vegerin Kobanê dikirin. Kobaniyên ku axa xwe terk kiribûn pir xemgîn bûn, hêviya wan ew bû ku demildest vegerin ser axa xwe. Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê, bandor li ser gel kiribû. Piştî ku çeteyan êrîşî Kobanê kirin, ji ber kaos û panîkê gel berê xwe da Kobanê. Hêzên navneteweyî û herêmî, li xwe bawer bûn ku dê di nav çend rojan de Kobanê bikeve. Hêvî nekirin ku şervanên YPG/YPJ’ê li hember vê hêzê li ber xwe bidin.

Em li vir bûn şahidên bûyerên wisa ku, mirov matmayî dihêle û mirov dibêje bi rastî jî mucîze hene. Tişta ku herî zêde ez di bandorê de mam, çîroka dayika 103 salî ya li ser sînor bû. Ji ber ku dayikê axa xwe terk kir felç bû. Newiyê wê dayik dabû pişta xwe û dayikê wesiyet li neviyê xwe dikir ku li axa xwe bê definkirin. Me dîmenê vê bûyerê kişand. Ciwan jî li ser sînor kom bûbûn, dixwestin vegerin Kobanê û li dijî çeteyan şer bikin. Ez yekem car dibînim ku ciwan ewqas kelecan diçin şer. Piştre ji bo derbasbûna ciwanan destûr hat dayîn, min jî ev yek wekî firsendekî dît û ji bo rihet derbas bibim, min got ez Kobanêyî me û sînor derbas bûm. Min wênekêşa xwe veşart û bi xwe re bir Kobanê. Ji xwe destûr nedidan li ji bilî Kobanêyiyan tu kes derbas bibe. Li dijî israr û fikara leşker û polîsan ez sînor derbas bûm.

Ez êdî li aliyê sînor ê din, ango li Kobanê me… Mirov rihet dibîne ku ev sînor bê wate û bi dest hatine çêkirin. Li ser sînor bi heman navî du gund hene. Nîvekî gund li Pirsûsê, nîvekî gund li Kobanê ye. Navên ku bi erebî û tirkî li gundan kirine, rastiyê naguherînin. Ne Kobanê bûye Ayn-el Ereb, ne jî Pirsûs bûye Suruç. Çeteyên DAIŞ’ê jî çav daye dagirkeran û ji bo Kobanê navekî nû dîtine; Ayn-el Îslam. Lê ev nav wekî ku navek li zarokekî nehatiye dinê bê dayîn e.

Dema gihîştim Kobanê, min dît ku di nav şerekî giran de me. Ji ber ku yekem car hatime Kobanê pir kelecan bûm. Bi alîkariya asayîşa Kobanê çûm cem hevalên rojnamevan ku piraniya wan jin in û li dibistaneke hatiye valakirin bi cih bûne. Heta serê sibê li derdora Kobanê dengê çek û teqînan dihat. Di encama hevdîtinan de min israr kir ku biçim eniya Rojhilat. Di saetên serê sibê de Mehran bi wesayîtê ez birim eniya Rojhilat. Mehran di rêwitiyê de behsa şerê Kobanê kir, demek berê birîndar bûbû, piştî tedawiyê vedigere eniya şer. Dema ez li eniya Rojhilat bûm, her tim ligel min bû. Piştî demeke kurt li gundê ku ji dayik bû, ket kemînê û jiyana xwe ji dest da. 

Şer êdî li gundên derdora Kobanê diqewimî. Şervanên YPG/YPJ’ê û gel di navbera gundên Alîşêran, Tilejbe, Şêran, Helînce û heta Girê Miştenûr xetek avakiribûn. Ev xet heta rojavayê bajêr dewam dikir. Ji xwe li bakurê Kobanê jî, Pirsûs hebû û li vir jî gel li ser sînor nobet digirt. Nobetên li ser sînor girîng bûn, ji ber ku DAIŞ’ê gelek caran li ser sînor alîkarî digirt û çete derbas dibûn.

Dema em çûn eniya Rojhilat bi kar anîna kamera û wênekêşê hatibû sînorkirin. Min tenê dişopand û têbinî digirt. Li vir pevçûnên pir dijwar diqewimîn. Bêguman ti şerek normal nîne, di hemû şeran de hevsengiyek heye. Lê di vê şerî de hevsengî nîn bû. Ji ber ku di destê DAIŞ’ê de tenê balafirên şer û helîkopter tinebûn. Tang, top, hewan, dokça, jemir û hemû cureyên çek hebûn. Zêdetirî du salane, şoreşa Rojava li hember van çeteyan dihat parastin. Bi rihetî gelek herêmên Suriyê bi dest xistibûn. Çeteyên DAIŞ’ê çend roj berê Mûsil û Şengal bi dest xistibûn, li Şengalê Êzidî qetil kiribûn û heta Mexmûrê çûbûn. Ji ber polîtîkayên PDK û reva peşmergeyan, Êzidî hatin qetilkirin. Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê xwe gihandin Şengalê gelek Êzidî ji komkujiyê xilas bûn. Gerîlayên HPG û pêşmerge ketin dewreyê û pêşveçûna DAIŞ’ê hat rawestandin.

ARMANC TÊKBIRINA ŞOREŞÊ BÛ

Di destpêka şerê Kobanê de, di serî de Tirkiye, Suriye û hêzên dagirker yên navneteweyî ker, kor û lal bûn. Li aliyê din dewleta tirk bi awayekî aşkera piştgirî dida çeteyan. Hêzên dagirker û dewleta tirk ji destpêkê heta niha her tim li dijî şoreşa Rojava bûn. Cihekî mîna Rojhilata Navîn ku bûye navenda şerê hêzên navneteweyî de hemû gel, bawerî çand piştî şoreşê bi hev re dijiyan. Ev wekî utopya xuya dikir, lê li Rojava ev utopya pêk hatibû. Vê şoreşê lîstikên hêzên herêmê û dagirkeran, di nav de DAIŞ jî cih digire, vala derxistibû. Plan ew bû ku; dê Kobanê bikeve, şoreşa Rojava têk biçe û piştre polîtîkayên terbiyekirina DAIŞ’ê bixin meriyetê. Ji ber vê yekê hêzên navneteweyî dereng mudaxaleyî êrîşên DAIŞ’ê kirin. 

Di serî de Tirkiye û dewletên din bawer nekirin, şervanên YPG/YPJ û gelê Kobanê berxwedaneke wiha pêş bixin. Pir li xwe bawer bûn ku, dê di nava çend rojan de Kobanê bikeve, îtîbara ku Tevgera Azadiyê di berxwedana Şengal û Mexmûrê de bi dest xistibû têk biçe, di hevdîtinên ku bi TC’ê re tên kirin de Tevgera Azadiyê lawaz bikin. Rêbertiya Gelê Kurd ev yek dît. Dema ku çeteyan êrîşî Şengal û Mexmûrê kirin, balkişandibû ser Kobanê û xwestibû tedbîr bên girtin. 

Şer gihîştibû gundên derdora Kobanê, di nav deh rojan de bi sedan gund hatibû valakirin û talankirin. YPG û YPJ’ê li aliyekî berxwedaneke bêhempa pêşdixistin, li aliyê din jî sivîl dibirin herêmên ewle. Ji ber vê yekê karê wan zehmetir dibû, taktîkên şer ku dixwestin pêş bixin bi temamî pêk nedihat. Ger wisa nekirina, dê komkujiya Şengala duyemîn pêk bihata. Ji ber vê yekê bêtir girîngî didan xilaskirina sivîlan. Ji ber ku di destê DAIŞ’ê de çekên giran, jemir û wesayîtên zirxî hebûn, qad deyşt bû karê DAIŞ’ê hêsantir dibû. Di destê wan de amûrên leşkerî ku di nava çend saetan de gundekî tune bikin hebû. Em şahid ku li çend gundên derdora Kobanê ev yek pêk anîn. Bi fuze û hewanan gund dixistin, piştre bi jemir û tangan diketin gund û yek bi yek mal hildiweşandin. Me li girê gundê Tilejbe ev hovîtiya wan bi çavê xwe dît. Li hember vê teknîka şer li gundan mayîn, dihate wateya îmhabûnê. 

Berxwedaneke herî mezin jî li gundê Serzore pêşket. Ev berxwedan di nav gel de pir tê axaftin. Li gund pevçûnên dijwar qewimîne û li gund 13 şervanên YPG û YPJ’ê hene. Li gund heta mala dawî jî li ber xwe didin, şer bênavber du rojan dewam kir. Di şeva dawî de hevalê wan ê herî ciwan birîndar dibe, ji gund derdixin û berxwedanê didomînin. Bi hewan û roketan êrîşî malê dikin, dîsa jî encamê nagirin û bi wesayîtên zirxî malê hildiweşînin. 12 şervanên YPG û YPJ’ê bi bêtêlê xatir ji hevalên xwe dixwazin û heta dawiyê şer dikin. Ger ev berxwedana lehengî nebûya dê DAIŞ’ê bi sedan sivîl qetilkira. Ji bo pêşketina DAIŞ’ê dereng bixin û bi lezgînî sivîl ji gundan bên derxistin her tişt dabûn ber çavê xwe. 

Piştî çend rojan şer li derdora Kobanê dewam dikir û balafirên şer li ser bajar diçû û dihat. Ger dema şer li gundan dewam dikir, balafirên şer biketina dewreyê şer nedihat vê astê. DAIŞ bi tang, top, fuze û doçkayan bi konvoyê pêş diketin û gund wêran dikirin. Çekên di destê YPG û YPJ’ê de, li hember van çekan wekî pêlîstok bûn. Ji xwe piraniya çekên di destê YPG û YPJ’ê de ji çeteyan û rejîma Suriyeyê hatibûn girtin. Bi derfetên xwe bi navê ‘Zagros’ doçkayek çêkiribûn û bi dozeran wesayîtên zirxî çêkiribûn. Lê li gorî çekên di destê dijşoreşê, çekên pir lawaz bûn, li hember jemir û tangan bêbandor bûn. Gelek caran ev dîmen ji raya giştî ya cîhanê re hat parvekirin. Li hember tangan bi bisivîng û kalaşnîkovan şer dikirin. Lê zirar nedida tangan û tang heta mewziyên YPG û YPJ’ê dihatin. Gelek tang di encama çalakiyên fedayî yên şervanan hatin îmhakirin. 

Di navbera gundên Alîzeran,Tilejbe, Şeran û Girê Miştenûr xeta parastinê hatibû avakirin. Lê çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrîşî bajar dikir. Li hember DAIŞ’ê yekem êrîşa hewayî ya balafirên koalîsyona navneteweyî li gundê Helînce ya li eniya Rojhilat pêk hatibû. Lê DAIŞ ketibû nava bajêr, ne mimkun bû YPG û YPJ bi van çekan li wir bimînin.

GEL BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ YE

Li bajêr bi hezaran mirov hebûn, bajar bi çar aliyan hatibû dorpêçkirin. DAIŞ’ê li eniyên Rojhilat, Rojava û Başûr êrîş dikirin, dewleta tirk jî li Bakur êrîşî welatiyên li ser sînor dikir û nedihişt welatî derbas bibin. Ji bo welatî derbasî Pirsûsê bibin, hinek caran destûr dihat dayîn, lê ji bo derbasî Kobanê bibin destûr nedihat dayîn. Li aliyê din jî Serokomar û Serokwezîrê Tirk daxuyaniyên hindik maye Kobanê bikeve didan. 

Êdî şer pir giran bûbû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK’ê banga seferberiya neteweyî kirin, li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê welatiyan berê xwe dan Kobanê. Şerê Kobanê tenê şerekî neteweyî ya kurd nebû, bû şerê têkoşîna mirovahiyê. Çavê hemû cîhanê li ser berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê bû. Berxwedana şerê şoreşgerî di warê leşkerî, siyasî û civakî de dengeyên nû afirand. Çawa li Almanyayê sosyalîstan, li hember Hîtlerê faşîst şer dikirin, dinya ji vê belayê rizgar dikirin, şervanên YPG, YPJ û gelan jî li hember vê çeteya hov û faşîst şer dikirin. 

Gelekî bêdewlet, lêbirêxistinkirî, bi derfetên kêm, li hember DAIŞ a ku xwedî gelek derfet şer dikir hemû cîhan matmayî dima. Bêguman, meheke hêzên koalîsyona navneteweyî, li dijî çeteyan êrîşên hewayî yên bi bandor pêk tînin. Lê wekî kesekî ku ji destpêka şer heta niha li vir ji nêz ve şer dişopînim, dikarim bi rihetî bibêjim; dema êrîşên hewayî destpêkirin hêza DAIŞ’ê ya şer şikestibû. Li bajar xetên parastinê hatibû avakirin û nikaribûn wekî berê, êrîşên bi bandor pêk bînin. Pêwîstiyan wan bi takviyeyên nû hebû û tam di demeke wiha de êrîşîn hewayî pêk hatin. DAIŞ bi temamî têk diçû, dev ji nimêja cejnê berdin, êdî nikaribûn nimêja cenazeyên xwe jî bikin û paşve diçûn. Çend roj berê pêşmerge hatin Kobanê. Piştî êrîşên hewayî, hatina pêşmerge û AAS’ê însiyatîfa şer bi temamî ket destê şervanên YPG û YPJ’ê. 

DAIŞ’ê çekên bi salane hêzên navneteweyî didin Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibû, leşkerên Sedam û Esad tevli xwe kirine. Di nav DAIŞ’ê de gelek sîxûrên ku ji aliyê Amerîka, Îsraîl û Ewropayê ve hatine gihandin jî hene. Ji wan gelek ji girtîgehan revîne û tevli DAIŞ’ê bûne. Ev kes bi salane li Afganîstan, Çeçenîstan, Azerbaycan, Iraq, Qatar, Erebîstana Siûdî û Sûriyeyê şer dikin û bûne xwedî tecrube. Bi taybet jî di şerê bajar de profesyonel in. Lê dîsa jî encam bi dest nexistin. YPG û YPJ’ê li nav bajar bi taktîkên gerîla çalakiyên bi bandor lidar dixistin. 

Nîvê bajarê Kobanê wêran bûye. DAIŞ li Rojhilatê bajar tengav bûye. Ji bo ku bajar bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin, dê hinek dem bigire. Ji çeteyên ku hatine Kobanê re, ji bilî mirinê tu bijarte nemaye. Nikarin paşve vekişîn, ji ber ku li gorî fetwaya hatiye dayîn, dê serê kesên ku paşve vekişin jê bikin. Ev çend roj in gelek çete ji DAIŞ’ê direvin. Êdî DAIŞ nikare bajar talan bike. Lê ev nayê wê wateyê şer bi dawî bûye. Ji bo bi temamî rizgariya bajêr pêwîstî bi hinek demê heye. Min bi hinek fermandarên YPG û YPJ’ê re hevdîtin pêk anî û gotin sedemê vê yekê xweseriya bajar e. Li Kobanê têkçûna DAIŞ’ê tê wateya li eniyên din jî têk biçin. DAIŞ’ê li Kobanê derbeyên giran xwar û bi gotina kurdan ve; ‘Siwar hatin peya çûn’.