DAIŞ gundên Kobanê difiroşe!
DAIŞ gundên Kobanê difiroşe!
DAIŞ gundên Kobanê difiroşe!
Derket holê, çeteyên ku li pêşberî êrîşên YPG'ê neçar man birevin, gundên Kurdan ên dagir kiribûn di berdêla 5 û 10 hezar dolarî de firotine. Gundiyên Zîravîkiyan dan xuyakirin ku gundên wan ê hatiye talankirin ji cîranên wan ên Ereb re hatine firotin û destnîşan kirin ku çete dixwazin gelan berdin hev.
Çeteyên DAIŞ'ê, ku piştî êrîşa 15'ê Îlonê ya bi tank, top û çekên giran 362 gundên Kobanê dagir kirin, dema li pêşberî berxwedana Kobanê ya YPG/YPJ'ê windahiyên giran da, gundên Kurdan ên dagir kiribûn firotin û reviyan. Gundiyên Zîravîkê yên ji sînor derbas bûn û li gundê Boydê yên Pirsûsê bicih bûn anîn ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê gundê wan firotine Erebên li Minbiç, Sirrîn, Bab, Cerablûs, Girê Spî (Til Ebyad) û Reqqayê. Gundiyan diyar kirin ku gundên Kurdan bi 5 heta 10 hezar dolarî hatine firotin û destnîşan kirin, ku gundên hatine firotin di heman demê de hatine talankirin. Gundiyan dan zanîn, ku çete bi vê yekê re dixwazin dijminatiyê têxin navbera Kurd û Ereban.
GUNDÊ WAN FIROTINE
Fewaz Îbrahîm ê ji Zîravîkê da xuyairin ku beriya êrîşa çeteyan gelê Ereb bi Kurdan re dijiyan, Erebên ji êrîşan reviyan xwe li Kobanê girtine û Kurdan hembêza xwe ji tevahiya gelan re vekiriye. Îbrahîm ragihandin ku yên êrîşî Kobanê kirin 12 hezar çete bûn û piraniya van ji Erebên cîranê Kurdan pêk tê û got, "Gundên me talan kirine. Çeteyan tiştên karibûn bi xwe re bibin yên mîna genim, ceh bi xwer e birine. Penêr, qebloyên elektrîkê yên li malên me jî dizîne. Ji DAIŞ'ê 3-4 gundan bi carê dikirin. Zeytûnên li dehlên me jî kom dikin. Berê em cîranê hev bûn û mîna xwişk û bira bûn. Me xiyanet li wan nekirin. Şer, nebaşî, xiyanet hemû ji wan hatin. Ez nizanim ka di dema pêş de em ê çawa cîranê hev bin."
Îbrahîm da zanîn ku ew ji dora Kobanê neçûne û li benda roja vegerê ne.
'DIXWAZIN ME BIKIN DIJMINÊ HEV'
Helîm Seydo da xuyakirin ku hevserê wê Hesen Mihemed ê YPG'yî ev 5 meh in di destê çeteyan de dîlgirtî ye û anî ziman ku beriya êrîşan ew bi hemû gelan re mîna xwişk û bira dijiyan. Seydo anî ziman ku sê kesên li ber mal û zeviyên wan bûn, ji aliyê çeteyan ve hatine serjêkirin û got, "Me bihîstin ku gundê me firotine Ereban. Ew jî hatine gund talan kirine. Li gund bi tenê dîwar û erdê vala maye. Kobanê ya Kurdan e. Bi awayekî bêsebir em li benda roja vegerê ne. DAIŞ dibêje Îslam lê Misilmanên rastî Kurd in. Dixwazin me û Ereban bikin dijiminê hev. Em dizanin ku Erebên baş jî hene. Em naxwazin bibin dijminê kesî."
