Dadgehên Tirk leşkerê Tirk ê tecawizkar Orhan nagirin

Cezayê girtîgehê li leşkerê Tirk ê tecawizkar û kujer Mûsa Orhan hate birîn lê girtina wî hate redkirin.

Rûniştina biryarê ya doza derheqê leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan ku li Sêrtê piştî ku tecawiz li Îpek Er kiribû û piştre bûbû sedema xwekuştina wê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê çêbû.

Hatîce Demîr li rûniştina piştî nîvro axivî, diyar kir di pegala darazê ya Tirkiyê de, xasma ku faîl peywirdarên dewletê bin, nayên cezakirin û di dosyaya leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan de jî eynî rewşa cezanekirinê heye.

Parêzer Rengîn Ergûl rapora zanistî ku ji hêla pisporên Saziya Tiba Edlî (STE) ve hatî hazirkirin da ber dadgehê, diyar kir rapor alîgir e, daneyên giyanî lêkolîne nekiriye, weke wesfê berbiçav ê çalakiyê qebûl kiriye. 

Dadgehê bi çarçoweya xala 102/2'yan ji sûcê 'êrîşa zayendî ya giran' 10 sal ceza li Mûsa Orhan birî, briyar da ku bi rengekî negirtî were darizandin.

Dadgehê careke dî jî daxwaza ku Mûsa Orhan bi rengekî girtî were darizandin red kir.