Dadgehê Şaredarê AKP'yî Yenîgun ji doza gendeliyê mehkûm kir
Bûrhan Yenîgun ê AKP'yî ku di navbera salên 2004-2009 de şaredar bû, ji ber gendeliyê bi dayina tazmînatê mehkûm bû.
Bûrhan Yenîgun ê AKP'yî ku di navbera salên 2004-2009 de şaredar bû, ji ber gendeliyê bi dayina tazmînatê mehkûm bû.
Şîrketa MAVÎKENT'ê li Şaredariyê Bajarê Mezin ê Wanê berê yê AKP'yî Bûrhan Yenîgun û wezîfeydarên şaredariyê yên wê wextê Selîm Tîmûrhan, Abdullah Çalim, Cevdet Ozbey û Bîrol Dûman ji ber 'karên li derveyî mezûatê û peymana bingehîn a şîrketê kirine û şîrketa muwekîl xistine zerarê' sala 2011'ê li 2. Dadgeha Ceza ya Asliye hatibû vekirin. Dadgehê biryara xwe ya li ser dozê eşkere kir.
Dadgehê ku di dozê de 25 dosyayên ji hev cuda kir yek, biryar da ku kesên navborî yên doz li wan hatine vekirin, di navbera salên 2005-2009'an de ku hingî endamên desteya rêveber a şîrketê bûn, li derveyî mewzûatê û peymana bingehîn a şîrketê kar kirine û zerar dane şîrketê.
Di biryarê de Yenîgun, Çalim û Dûman ên AKP'yî bi dayina 10.000,00 TL tazmînatê hatin mehkûmkirin.