Dadgeha Tirk bi awirekê jîyê zarok tesbît kir!

Dadgeha Tirk bi awirekê jîyê zarok tesbît kir!

8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a a Edeneyê bi “awirekê” temenê zarokê Kurd K.E. yê 17 salî ku bi hinceta kevir avêtiye polîsan hatiye girtin, “diyar kir”. Diviyabû K.E. yê 17 salî li Dadgeha Zarokan bihata darizandin, lê belê Dadgeha Edeneyê daxwaza diyarkirina jîyê hestî red kir û got; “Tu 19 salî dixuyê”.

Daraza Tirk kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast li Dadgeha Zarokan darizand û cezayê wî daxist. Lê bi awirekê temenê (jî-emr) zarokê Kurd K.E. yê 17 salî mezin kir. K.E. yê li taxa Şefketsumer a Mêrsînê dijî, di berfanbara borî de hat binçavkirin û piştre hat girtin. K.E. bi daxwaza 40 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Rûniştina yekem a dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat. K.E. jî weke hemû zarokên Kurd bi hincetên “endamtiya rêxstinê”, “Kevir avêtiye polîsan”, “beşdarî xwepêşandanê bûye”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “li hemberî polîsan li ber xwe daye” tê darizandin. Parêzerê K.E. Eyup Sabrî Oncel diyar kir ku miwekîlê wî 17 salî ye û got ku divê li Dadgeha Zarokan bê darizandin.

‘JI FÎZÎKA WÎ DIXUYÊ 19 YE!’

Parêzer Oncel got; “Her çendî miwekîlê min bi awayê fîzîkî 19 salî bixuyê, lê di rastiyê de 17 salî ye. malbata wî jî wisa gotiye. Dviê K.E. ne li Dadgeha Cezayê Giran, divê li Dadgeha Zarokan bê darizandin” û ji bo diyarkirina temenê hestiyê K.E. daxwaz kir ku ew bişînin Saziya Tiba Edlî. Dadgehê vê daxwaza parêzer Oncel nirxand. Lê dadgehê awirek li fîzîka K.E. gerand û got; “Ji dîtina wî 19 salî dixuyê” û daxwaza tesbîta jîyê hestî red kir.

K.E. piştî bûyerê mat ma û sucdarkirinê li hemberî xwe red kir û daxwaz kir serbest bê berdan. Dadgehê daxwaza K.E. qebûl nekir û dozê taloqê 23’ê pûşperê kir. Dadgehê biryara berdewamkirina girtina K.E da.

Prz. Oncel vê biryara dadgehê ji ANF’ê re nirxand û got; “Daxwaza me ya ji bo tesbîdkirina temenê hestî nehat qebûlkirin. Di rastiyê de miwekîlê min 17 salî ye, divê li Dadgeha Zarokan bê darizandin. Em ê di vê mijarê de israr û hewldanên xwe bidomînin.”