Dadgeha Bilind: Gotina 'Birêz Ocalan' û 'Gerîla' ne sûce

Dadgeha Bilind: Gotina 'Birêz Ocalan' û 'Gerîla' ne sûce

9’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yên ku li Hatîp Dîcle û Selîm Sadak ku îfadeyÊn ‘Birêz Ocalan’, ‘ Gerîla’ bikaranînbû xera kir û wiha got: “Ev îfade di çarçoveya xalên Peymana Têkildarî Parastina Azadiyên Sereke, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) û Makeqanûnê de cih digirin.

Hatîp Dîcle ku parlamenteriya wî ji aliyê YSK’ê ve hate xistin û şaredarê Sêrtê Selîm Sadak bi hinceta k udi roportaja ku dabûn Roj TV de îfadeyên ‘Birêz Ocalan’ û ‘Gerîla’ bikaranîbûn 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê 6 meh ceza dabûnê. 9’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, ev biryara ku der barê wand e hatibû dayîn xera kir.

9’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ku biryara 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê xera kir, wiha got: “Roportaja ku Dîcle û Sadak bi awayekî giştî hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de gotinên ‘Birêz Ocalan’ û ‘Gerîla di çarçoveya xalên Peymana Têkildarî Parastina Azadiyên Sereke, PMME û Makeqanûnê de cih digirin.” Dadgeha Bilind diyar kirku Dîcle û Sadak ji ber van gotinên xwe nikarin bên darizandin û biryara berata wan dan.

Wezîrê dadê yê Berê Mehmet Alî Şahîn di sala 2008’an de bersiv dabû pirsyarnameyekê û gotibû ku 7 hezar û 887 kes ji ber ku ji Ocalan re gotine birêz hatine darizandin û di navbera salên 2006-2007’an de 949 kes hatine cezakirin.

Herî dawî ji bo ku piştgiriya kesên ku gotibûn birêz Ocalan û hatibûn darizandin, kampanya hate dest pêkirin. 150 kesên k udi çarçoveya ‘Ger ku ev sûc be ez jî dibêjim Birêz Ocalan û vî sûcî dikim’ de doz li wan hatibû vekirin . der barê 29 parêzerên Ocalan de jî jiber îfadeya birêz 300 doz hatibûn vekirin.