Dadgeha Bilind cezayê 5 girtiyên Doza Geziyê erê kir

Dadgeha Bilind cezayê 5 kesên ku di nav wan de Osman Kavala û Can Atalay jî hene erê kir û biryara berdana Mucella Yapıcı û 2 kesan da.

13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 25'ê Nîsana 2022'an de ji ber berxwedana Parqa Geziyê der barê karsaz Osman Kavala bi îdiaya "hewldana hilweşandina hikûmeta Komara Tirkiyeyê" û ji Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mîne Ozerden û Çîgdem Mater Utku re jî 18 sal ceza birîbû. 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind lêkolîna li ser biryara dadgehê bi dawî kir. Dadgeha cezayê li Kalvala, Atalay, Karaman, Ozerden û Utku erê kir.

JI BO YAPICI Û 2 KESAN BIRYARA TAHLIYEYÊ DA

Dadgehê, 18 sal cezayê girtîgehê yên ku li Alî Hakan Altinay, Yîgît Alî Ekmekçî û Ayşe Mucella Yapici hatibûn birîn, betal kir. Her wiha biryara tahliyekirina Yapici û herdu kesên din da.