DÎB: Deklarasyona HDP'ê gaveke girîng e
Yekîtiya Demokrasiyê diyar kir deklarasyona HDP'ê gaveke girîng e û got, ''Hewceyî bi hişmendiyeke demokrasiyê heye ku ji lêgerîna guherînê re bibe bersiv.''
Yekîtiya Demokrasiyê diyar kir deklarasyona HDP'ê gaveke girîng e û got, ''Hewceyî bi hişmendiyeke demokrasiyê heye ku ji lêgerîna guherînê re bibe bersiv.''
Yekîtiya Demokrasiyê (DÎB) têkilî ''Deklarasyona Banga ji bo Demokrasî, Dad û Aştiyê'', ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 27'ê Îlonê aşkere kiribû û ji 11 xalan pêk dihat daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin bi lezgînî hewceyî bi guherîn û veguherîneke demokratîk heye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin deklarasyon çareseriyeke berfireh daniye holê û hate gotin, ''Hewcehiya bi hişmendiya têkoşîna demokratîk datîne holê, ku wê rejîma yek zelamî biqewitîne, ji hesabên hevalbendiya hilbijartinê wêdetir e û ji problêmên sereke yê gel û lêgerîna guherînê re dibe bersiv. Belgeya helwestdanînê ya ku HDP'ê aşkere kirî, ku desthilat bi zext û operasyonan dixwaze wê derxîne derveyî qada siyasetê, giraniya li qada siyasî ya partiya herî mezin a 3'yan a Tirkiyê careke dî datîne holê, her wiha bersiv da gavên tengezarkirina muxalefetê ya bi destê desthilatê û kir ku hawîrdora siyasî hilmekê bistîne.''
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin meseleya Kurd bi demokrasiya xwecih, welatîbûna wekhev, naskirina mafên gerdûnî û azadiyan dikare çareser bibe û divê hemû derdorên civakî di çareserkirina meseleyê de hebin.
Di daxuyanyê de bi berdewamî wiha hate gotin: ''Em perspektîfa têkoşîna demokratîk ku HDP'ê bi belgeya xwe ya helwestê aşkere kiriye, ji bo avakirina vebijêrkeke gelparêz ku problemên giran ê civakê li ber xwe datîne û xwe dispêre ser ku gel rasterast tevlê bibe û ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê gaveke girîng dibînin.''