HDP’ê têkildarê êrîşên bi nijadperestî yên li Bûrsayê gilî kir
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê, têkildarê êrîşên li Bûrsayê yên li dijî Amedsporê, giliyê berpirsan kir.
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê, têkildarê êrîşên li Bûrsayê yên li dijî Amedsporê, giliyê berpirsan kir.
Li gor daxuyaniya ji aliye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat kirin, giliyê Waliyê Bûrsayê û alîkarên wî, rayedarên Midûriyeta Ewlehiyê, polîs û xebatkarên ewlehiya taybet ku di lîstikê de peywirdar bûn, rayedarên Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê, rêveberên Bûrsasporê, lîstikvan û hakemên peywirdar hatiye kirin.
Di serlêdana ji bo gilîkirinê de hat xwestin ku li gor “xwarina gefan, heqaret, hiştina bêpar ji azadiya mirov, birîndarkirina ji qestî, xistina talûkeyê ya ewlehiya giştî, bikaranîna erkê bi nebaşî û sûcên din ku wê bên tespîtkirin“ kiryarî bên kirin.
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku rêveberên Bûrsasporê û alîgirên wê Amedspor ji xwe kiriye armanc û hewil dane tîmê Amedsporê lînc bikin û wiha hat gotin: “Bi hefteyan beriya lîstikê bang ji bo lînckirinê hatiye kirin û bi şûn de, li stadyûmê alîgirên Bûrsasporê, wêneyên ‘Torosa spî’ û kujerê bi nasnav ‘Yeşîl’ ku salên 90’î li Amedê û herêmê mirov bêyî darizandin înfaz kirine, hildane. Bi vî awayî, gefa kuştinê li rêveberên klûba Amedsporê, koma teknîk û lîstikvan hatiye xwarin, bi dirûşmeyên di trîbûnê de berz kirine hewil dane ku zextê li hemû tîma Amedsporê bixwin.“
Delîlên sûc, wêne û dîmen di serlêdanê sûc de hatin bicihkirin û hat xwestin ku li kesên têkildar dest bi lêpirsînê bê kirin.