Li Îzmîrê 5 ESP'î hatin girtin

Ji 18 endamên ESP’ê yên di operasyona 12’ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, 5 jê bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Li Îzmîrê di 12’ê Îlonê de li dijî endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyon hat lidarxistin û 18 ESP’î hatibûn binçavkirin. 18 kes di lêpirsîna li midûriyeta polîsan de li ser îfadeyên şahidên veşartî, tevlî çalakiyan bûne bi hincet "endamtiya rêxistinê" hatine sûcdarkirin.

18 kes bi heman sûcdariyê îro sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin û piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyê Bîrkan Polat, Yagmûr Apa, Hidir Alî Kiliç, Sezgîn Zevkîbol û Enes Gulelî hatin girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.