'CPT hewl dide êşkenceyê binixumîne'

Hiqûqnas Cemal Demîr got, CPT bi bêdengiya li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd erê kiriye û destnîşan kir ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

Ji parêzerên Baroya Wanê hiqûqnas Cemal Demîr bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in bi rengekî nehiqûqî li Girava Îmraliyê tê girtin û diyar kir ku tecrîd û êşkenceya li ser wî hatiye girankirin.

Demîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Birêz Ocalan ji mafên qanûnî yên girtî û hikumxwaran bêpar tê hiştin. Tecrîd bi vî rengî tê şidandin." Demîr wiha dewam kir, "Ji ber ku Dewleta Komara Tirkiyeyê endameke Konseya Ewropayê ye, CPT a ku saziyeke Konseya Ewropayê ye li şûna ku êşkenceyê binixumîne, erka xwe ye ku pêşî li êşkenceyê bigire. CPT dem bi dem serdana Tirkiyeyê dike. Dema dawî di nava meha Cotmehê de serdana Tirkiyeyê kir. Li gorî agahiyên ku li nava raya giştî belav bûn, Birêz Ocalan bi CPT re hevdîtin nekiriye û protesto kiriye. Lewma Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 13'ê Cotmehê de ji CPT daxwaza hevdîtineke taybet kir. CPT ev qebûl kir. Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê CPT agahiyeke şênber neda wan."

20 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN, EV YEK ÊŞKENCE YE

Demîr bi bîr xist ku CPT bi rêya raporan agahiyan li ser serdanên xwe bi raya giştî re parve dike, vê yekê jî bi destûra hikumetên têkildar dike û got, "Ji 3'ê Cotmeha 2020'î û vir ve bi Birêz Ocalan re hevdîtineke fîzîkî nehatiye kirin. 25'ê Adara 2021'ê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî, lê belê ev axaftin jî nîvco ma. 20 meh in agahî jê nayê girtin. Lewma fikarên di vê der barê de gihîştine asteke bilind. CPT xwe nade ber dayina daxuyaniyê."

CPT DI BIN BANDORA TIRKIYEYÊ YE DE

Demîr destnîşan kir ku CPT li dijî pozîsyona xwe ya hiqûqî û sedema hebûna xwe tevdigere û got, "CPT ketiye bin bandora hikumetan. Bêdengiya CPT ne ya qebûlkirinê ye, her wiha hurmeta li CPT jî têk dibe. Divê Tirkiye jî di demeke kurt de li ser şert û mercên girtîgehê dayuxaniyeke têrker bide û li gorî mewzûatên navneteweyî di vê mijarê de gavê biavêje."